BEHDÎNAN – Hêzên Gerîla li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker berxwedaniyek mezin nîşan dide. Navenda Şerê Taybet a dewleta tirk ji bo ku wendahiyên xwe veşêrin, bi propagandayê reşkirina hêzên Gerîla dixe armanca êrîşên xwe. Di nûçeyên xwe ên derewîn de dibêjin “Ciwan êdî nema tevlî PKK’ê dibin”, “Me ew xelas kirin”. Lê çiyayên Kurdistanê ji bo hemû ciwanên Kurd buye wargeha jiyanê. Li ber vê yekê Gerilayê HPG’ê Hogir Cûdî hêstên xwe ji ajansa me re parvekir.
Gerîla Cûdî sedema tevlêbûna xwe û tîştên ku PKK’e de mirov bandor dikin vê şeklê parvekir:
“Navê min Hogir Cûdî ye, ez di sala 1995’an de Zaxoyê dayik bûm. Min 2008 an de PKK Heftanînê nas kir. Ez di sala 2017’an de tevlê bûm. Tişta ku bû sedema tevlêbûna min rêhevaltiya PKK’ê bû. Nava hevalan da ferq û cudatî nîne. Ev tişt mirov bandor dike. PKK’ê de hevaltî nirxeke mezin e. Her çar parçeyên welat û derveyê welat tevlêbûneke zêde heye. Derveyê kurdan serî de gelek hevalên ereb û netewên din jî tevlêbûneke berbi çav heye.
PKK’ê de jiyan li ser komunalîzmê hatiye avakirin. Karkirinê de bigrin heta tavahî jiyanê parvekirin û kominaltî xwe dide xuyakirin. Ev jî bandoreke girîng li ser mirov dike.”