STENBOL – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Rêberê Gelan piştî 21 salan yekemcar di 27’ê Nîsanê de karîbû mafê xwe yê axaftina bi rêya telefonê bi kar bîne. Lê belê di 7’ê Îlonê de ji bo 6 mehan ev maf hate qedexekirin.