NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê têkilî 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşînê ya Dijî Tundiya li Jinê deklarasyonek weşand û got ”Maneya sereke em didin 25’ê Mijdarê ev e. Wekî tundî û qirkirina jinê hevlayanî geşbûna desthilatên faşîst-nîjatperest-populîst zêde dibe, naxwe li dijî faşîzmê, dagirkeriyê û jinê divê em têkoşîna xwe bikin yek. Dema vê ye.”’
Koordînasyona KJK’ê di deklarasyonê de ev tişt diyar kirin: ”Em di serdemeke şerê pergalê yê navlênebûyî de dijîn. Li dijî jinê rewşeke şer heye ku nehatiye ragihandin, nav lê nehatiye kirin. Em di wê serdemê de ne ku tundiya baviksalarî derketiye meydanê. Her roj bi sedan jin ji hêla mêr ve têne kuştin. Her deqe tacîz û tecawîz li ser jinê dibe. Her kêlî tundî li ser bi hezaran jin dibe. Ti kana vê tundiyê de ya li ser jinê, hişmendiya mêtinger-baviksalar heye ku jinê dike milk. Ev hişmendiya ku xwe bi rengê pergala gerdûnî rêxistinî kiriye, li hemû qadên jiyanê her dem li dijî jinê, tundiya fizîkî, cinsî, derûnî, aborî, dijîtal û bi giştî tundiyeke avanî hildiberîne. Ji ber vê tenê bi têkoşîneke radîkal a li dijî hişmendiya baviksalar û zayendiya civakî mirov dikare pêşî li vê tundiyê bigire. Ji 5 hezar salan û vir ve ye tundiyek li ser me heye ku her diçe zêdetir bêhnê li me diçikîne, bi qirika me girtiye. Bes e! Dema wê ye ku em tundiyê ji ra hilqetînin!
Her ku em ber bi 25’ê Mijdara 2020’an ve diçin divê em berxwedana jinan ku maneya xwe dane vê rojê bi bîr bînin. Patrîar, Mînerva û Marîa Teresa Mîrabal ji beriyan niha bi 60 salî li bo ku dixwazin Komara Donîmîkê ji faşîzmê azad bikin têdikoşiyan, hatin qetilkirin. Ew ji bo ku li dijî dîktatoriya Trûjîllo bûne parçeyek ji berxwedana çalak bi tundiya qebe hatin kuştin. Ji ber vê 25’ê Mijarê, Roja Têkoşîna Dijî Tndiya li Jinê ya Navnetewî ya ji bo bîranîna xwîşkên Mîrabal divê her wiha weke roja berxwedanê ya dijî faşîzmê were dîtin. Ji ber xwe qetilkirina xwîşkêm Mîrabal, têkiliyê di navbeyna faşîzm-tundî-dijminatiya jinê de bi rengekî mirov nikaribe ji hev qut bike radixe ber çavan.
FAŞÎZM PÊŞÎ ÊRÎŞÊ BI SER JINÊ DE DIBE
Niha jî li çar hêlên cîhanê jin li dijî desthilatên faşîst ên nêr li ber xwe didin Ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta bi Filîpîn, Brezîlya, Macarîstanê jin têkoşîna jiyana azad didin. Ji ber vê sedemê zext û zordariyeke bêsînor li ser wan t3e kirin. Sedema vê xisletê faşîzmê yê bi dijminatiya jinê ye. Y adî jî ew e ku têkoşîna jinan a berdest dînamîka pêşeng a têkoşîna demokrasî, azadiyê ye. Rejîmên faşîst ji ber ku pir xweş hay ji vê hene, ji bo têkoşîna demokrasiya civakê çavtirsandî bikin, pêşî êrîşê dibine ser jinan.
Dixwazin jinên pêşeng bikin hedef û berxwedanên dîrokî bişkînin. Li Kobanê suîkastên li nûneRên tevgera jina Kurd Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî ya bi dronoyên Tirk, kirina hedefê ya endama Konseya me ya Rêveberiyê Leyla Wan û qetilkirina wê ya bi destê artêşa Tirk, li Meksîkayê revandin û qetilkirina şaredar Florîsel Rîos, di pêvajoya xwedêgiravî aştiyê ya Kolombiya de bi navê aştiyê bi rengekî sîstematîk qetilkirina jinan, kuştina jina siyahî Breonna Taylor a li DYE’yê ya bi destê polîsan û weke vê qetilkirina bê hijmar jinan divê bi vê çarçoweyê were xwnedin.
Sedema ku faşîzm îro geş bûye, têkiliya xwe ya ontolojîk a bi modernîteya kapîtalîst e. Her wiha têkiliya xwe bi netew-dewletê re jî heye ku ji 3 jê lingê sereke yê faşîzm û kapîtalîzmê ye. Ango faşîzm bi modernîteya kapîtalîst û netew-dewleta wê ye. Her wiha modernîteya kapîtalîst jî bi faşîzmê xwe hildiberîne. Di Şerê Parvekirinê yê 3’yan de ku bi navenda Rojhilata Navîn didome, derketina pêş a xisletê faşîzmê yên netew-dewletan têkilî vê ye.
EM JINÊN TÊKOŞER SLAV DIKIN
Em Tevgea Jina Azad a Kurdistanê hemû têkoşînên jinan ku li dijî tundiya nêr li ber xwe didin, li dijî faşîzmê û dagirkeriyê têdikoşin û li pêş disekinin, pergala baviksalar dihejijînin û çavtirsandî dikin, dikin ku bi paş ve gav bavêje û gefê li hebûna wê dixwin, slav dikin! Li çar parçeyên Kurdistanê jinên Kurdistanî û dostên xwe ku li dijî tundiya mêr-dewletê xweparastinê geş dikin tevlî pêngava me ya, ”Li dijî qirkirina jinan dema jina azad û parastina civakê ye” silav dikin! Li zindanên rejîma Îranê ûj hemû zindanên dewletan girtiyên jin ên siyasî ku li dijî êşkence, darvekirinê li ber xwe didin, ji Rojava heta bi Filîstînê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin, li dijî pandemiya qirkirinê jinê bi gotina Nî Una Menos kirin ku kujer bêna darizandin, xwîşkên xwe ku li DYE’yê pêşengiya Black Lîves Matter dikin slav dikin! Têkoşîna we ya me ye, têkoşîna me ya we ye! Ya me hemûyan e! Naxwe em bibin yek!
Jin ne tenê bi destê dewletan, hêzên paramîlîter û çeteyan têne kuştin. Çawa ku hişmendiya nêr hema hema ketinbe hemû hicreyên civakê, tê geriyabe, encama vê, tundiya nêr jî li hemû qadên jiyanê êrîşê dibe ser vîn û hebûna jinê. Tundiya li ser jinê ku bi hêla Covîd-19’ê ve zêdetir bûye, hêla sereke ya serdema me ye. Tenê tiştên ku îsal hatine jiyîn jî nîşan dide ku hişmendiya zilam a serwer paş ve neçûye, berevajî bileztir û bi rengekî xurtir xwe nûjen kiriye. Ji ber vê em em dibînin ku hevlayenî têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinê ya global, hişmendiya baviksalar û qirkeriya jinê ya pergala wî zêdetir dibe.
AKP-MHP LI DIJÎ JINAN ŞERÊ TAYBET RÊ VE DIBE
Berpirsên vê qirkirinê weke jêravaniya civakê mêrên li derdora me û joravanî dewlet çawa hev temam dikin! Mêrên ku jinan dikujin, tundiyê li wan dikin, wan tacîz dikin û tecawizê li wan dikin çawa li hemû hemû cîhanê bi astên cuda ji hêla dewletê ve têne parastiN, teşwîqkirin! Sû di wan jinan de tê dîtin ku mexdûrên tundiyê ne, mêrên ku berips e bi xweşî têne pêşwazîkirin, ji bo sûcên wan hincet têne dîtin, bi navê ‘tahrîkê’ cezayê wan têne kêmkirin. Em dibînin ku li holê pergalek heye, rewşeke sîstematîk heye, li ser mijara tndiya li ser jinê hevkariya dewlet-mêr heye. Ev rastî li hemû deverên cîhanê dertê pêş jinên mexdûra tundiya nêr.
Ango li bara rastiya jinê ku bîreweriya wê ya azadiyê zêde dibe hişmendiya baviksalar û pergala wê, bi rêxistinî li ber xwe dide. Li welatê me Kurdistanê û Tirkiyê ji hêla rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ve, şerê li dijî vîna jinê şerekî sîstematîk e. Nexasim jî li Kurdistanê bi armanca tasfiyekirina tevgera şoreşê ya ku Tevgera Jina Azad a Kurdistanê pêşengiya wê dike, hem di nav sînorên dewleta Tirk de û hem jî li derî sînor li dijî jinan polîtîkaya şerê taybet dike. Jinên siyasetmedar û aktivîst têne destgîrkirin, tecawiz li wan tê kirin, li Rojava li bajarên Kurd ku ji hêla TC’ê ve hatine dagirkirin jin têne kolekirin û diforoşin, suîkastê li jinên pêşeng ên Kurd tê kirn! Dewleta Tirk di pêvajoya pandemiyê de li dijî tevgera jinên azad derdikeve nêçîrê rojane siyasetmedaran digire, Covîd-19’ê dike hincet kujerên jinan û berpirsên tundiya li jinan berda. Di encama vê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her roj bi kêmanî jinek bi destê mêr tê kuştin. Dema ku mirov ji vî alî ve dinere, vekişandina îmzeya xwe ya ji Peymana Stenbolê ku dewleta Tirk jixwe bi cih nayîne mirov şaş nake, heke heta niha îmzeya xwe nekişandibe, ev bi berxwedana hevpar û rêxistinî ya jinên Kurdistanê û Tirkiyê ye.
JIN LI BER XWE DIDIN
Ev jî realîteyeke dî ye ku em jin dijîn: Berxwedan û têkoşîna rêxistinî. Em li djî her cure tundî û êrîşên qirker ên pergala baviksalar, dijminê jinê, faşîst û nîjatperest li ber xwe didin. Berxwedana me encaman bi xwe re tîne, destkeftiyan tîne! Li Arjantînê bi berxwedana bi çarçoweya ”Beden a min e, biryar a min e” mafê kurtajê li parlmantoyê hate qebûlkirin . Lİ DYE’Yê jinan nehiştin ku Trûmp ê zayendîparêz careke dî were hilbijartin. Li Belarûsê bi encama berxwedana bi pêşengiya jinê ti meşrûbûna desthilata Lukaşenko nema, jinan dawiya serdemeke wiha dane destpêkirin .Li Polonya ku tam weke AKP dixwestin ku ji Peyman Stenbolê vekişe, jin li ser desteserkirina biryara têkilî bedena wan li ber xwe didin. Ev mînak têkiliya di navbeyna faşîzm, nîjatperestî û dijminatiya jinê de nîşan dide. Em dibînin li kûderê rejîmên nîjatperest-faşîst geş dibe li wir, hevlayenî ê êrîşên li ser vîn, azadî û jiyana jinê zêde dibe .Ne tesadûf e ku di serdema me de ku dibêtiya pêkhatina şoreşa jinê zêde dibe, rejîmên faşîst-nÎjatperest zêde dibin, ne jî di vê demê de zêdebûna qirkirina jinê.
Naxwe dîtina têkiliya organîk a di navbeyna nîjatperestî, faşîzm û qirkirina jinê de û rêxistiniya berxwedana yekbûyî ji her demê bêhtir hewce ye û hewcehiyeke lezgîn e. Em bi îfadeyên xwecih ên diyardeyeke gerdûnî re hevrû ne. Ji ber vê bi girîngiyeke stratej^k e ku em têkoşînên xwe yên xwecih bi hevkarî bikin. Me Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemû deverê ku em lê ne, pêngava têkoşînê da destpêkirin. Bi vê pêngava xwe em pêngava rêxistiniya konfederal a Tevgera Azadiya Kurdistanê KCK’ê ya, ”Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye” temam dikin, em jin xwe di ber pêşengiyê re dikin. 25’ê Mijdarê jinên Kurd li hemû deverên ku lê dijîn wê li dijî qirkirina jinan derkevin meynana û pêngava me hildin asteke rajor. Bi vê bingehê em bang li jinên Kurdistanî yên li Kurdistanê û derveyî welêt dikin ku bi çalakiyên xurt û karîger li dijî hişmendiya mêr qaqibo bikin.
Em KJK bi wesîleya 25’ê Mijdarê bang li hemû têkoşîna parastina jiyana azad a li çar hêlên cîhanê ya li dijî faşîzm û êrîşên dagirkeriyê dikin ku berxwedana xwe bikin yek. Her wiha bi têkoşîneke rêxistinî ya yekbûyî dikare encamgir be, em dikarin wiha desthilatên faşîst-nêr têk bibin, ku jixwwe ev jî hev digirin, li hev xwedî derdikevin. Ji ber vê li dijî eniya faşîst a dijminê jinê, sirûştê, civakê hemû jin em eniya parastina jiyana azad rêxistinî bikin û berxwedanê geş bikin! Maneya sereke ya ku me daye 25’ê Mijdara îsal ev e. Wekî tundiya li ser jinê, qirkirina jinê hevlayenî geşbûna desthilata faşîst-nîjatperest-populîst zêde dibe, naxwe li dijî faşîzm, dagirkerî û tundiya li ser jinê divê em têkoşîna xwe bikin yek. Tam dema vê ye!
LI DIJÎ QIRKRINA JINAN DEMA JINA AZAD Û PARASTINA CIVAKÊ YE
Sedema sereke ya ku me navê , ”Li dijî qirkirina jian dema jina azad û parastina civakê ye” li pêngava xwe KJK’ê daniye ew e ku e em tundiya li ser jinê weke meseleyeke civakî dibînin. Çawa ku ya ku asta azadiyê ya civakê dihyar dike asta azadiya jinê be, tundiya li ser jinê bi esasî tundiya li ser civakê ye, pê civak tê belavkirin, parçekirin, bingehên nirxên sereke têne pûçkirin .Ji ber vê ji bo ku pêşî li tundiyê were girtin, divê em bikaribin civakê bikin aliyê têkoşîna xwe, têkoşîna dijî tundiyê bikin civakî. Li gel vê em bang li mêran dikin: Nebin hevkar û şîrîkê faşîzmê! Xwe ji jehra hişmenidiya baviksalar pak bikin! Li ser vê mijarê kesê ku divê mînak were dîtin, Abdullah Oalan e ku li ser îdeolojiyanêr û hişmendiya baviksalar kûr bûye, felsefeya ‘kuştina mêr’ û pratîka wê di kesayata xwe de geş kiriye. Ji ‘kuştina mêr (serwer)’ mebest ew e ku mirov di kesaya xwe de desthilatê, serwreiyê, kedaxwariyê, wekneheviyê tine bike. Rêber Apo ji xwe dest pê kir û pirsgirêk û peywir danî ber mêrê şoreşger, hmeû mêrên li nav civakê. Ji ber vê sedemê beriya bi 22 salan ji hêla rêxistina sûc a dewletê ya herî mezin NATO’yê ve hate revandin, hêsîrkirin û ji wê rojê û vir ve şertên giran ên tecrîdê li ser tê danîn, ji ber vê nêzîkatiya bêmînak a li pirsgirêka jinê ev hate kirin. Em KJK bi vê wesîleyê careke dî hêzên komploger şermezar dikin, em bang li jinên cîhnaê dikin ku destekê bidin têkoşîna azadiyê ya ji bo Rêber Apo, bibin parçeyek aktîf a vê têkoşînê.
JI BO AZADÎ Û RÊXISTINKIRINÊ XWEPARASTIN ŞER E
Yekane rêya têkoşînê ya li dijî şideta mêr a li ser jinê, azadiya jinê û avakirina xweparastinê ye. Di roja me ya îro de ku li her qada jiyanê şidet û êrîş xwe kûr kirî, xweparastina jinê şer e! Divê yek jin bê parastin nemîne! Wateya vê ya din ev e; divê yek jin tenê jî bê rêxistinkirî nemîne! Xwe birêxistinkirin, weke bûna parçeyek hêza bi rêxistinkirî dikare xweparastin pêş bikeve, li dijî her cûre şidetê rabin. Divê em vê baş bizanibin ku azadiya ferdî nîne. Em jin me kengê karî li dijî sîstema mêr a serwer yekîtiya xwe ava bikin, wê demê em ê bikaribin ji êrîşên mêr rizgar bibin. Yanî ji bo azadiyê azadî şert e. Bi rêxistinkirinê dikarin azad bibin! Bi rêxistinkirinê dikarin azad bikin!
Li ser vî bingehî di Roja 25’ê Mijdarê Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê em Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê bang li hemû xwişkên xwe yên cîhanê û hevrêyên xwe dikin, di serî de li dijî faşîzim û şideta mêr bi her awayî têkoşînê hevpar bikin, eniya berxwedanê ya jinên cîhanê ava bikin. Em ji bo vê dibêjin Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a cîhanê. Li her derê, di her nefesê de li diî şideta mêr a serwer qadên jiyanê yên azad ava bikin. Xweparastin jinê ya herî mezin, avakirina qadên jiyanê ya azad e. Wê demê em têkoşîna vê rojê ne tenê ji bo tiştekê, heman demê bikin sedemê bilindkirina têkoşînê jî. Li dijî qirkirina jinê em jina azad û civaka azad biparêzin, em jiyana azad ava bikin! Ji Kurdistanê bigire heta Meksîka, ji Filistîn heta Polonya, ji Emerîka hata Hindistanê û pêdetir bi hev re qîr bikin; Jin, Jiyan Azadî.”