KOBANÊ – Biboneya 43’mîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) îro ciwanên kantona Kobanê şahiyeke bi çoş li gundê Kêfû ya ku li başûrê Kobanê dikeve li darxistin.
Di şahiyê de endamê ciwana Mihemed axivî û got: “Ne dijmin û ne jî xayîn dikarin kurdan tune bikin. Ev 43 sale ku kurd li dunyayê belav bûn û xwertir bûn. Û li vir şunde jî tu îxanet û qomlogerî êdî nikare pêşiya kurdan bigre.”
Şahî diruşmeyên Bijî Serok Apo ve heya derengiya şevê dîlan û coşeke mezin berdewam kir. Gelên heremê jî eleqeyeke mezin nîşanê şahiyê da.