Rêhavalên Şehîd Rojhat’ê ku 2018’an de Bestayê şehîd buye ew bi bîr anîn.
Rençber Gîvarayê ku heman demê xizmê şehîde, behsa jiyan û sekna wî kir û waha got:
“Hevalê Rojhat gundê Hezexê Bafê hatiye dunyayê. Malbata wî welatparêze û şehîdên wan jî hene. Ji ber vê heval rojhat biçuktiya xwe de partî naskir û temenekê biçuk de jî tevlî bû. Ji xwe çiyayên Gabarê li hember gundê me bû, çiqa wan çiya dinêrî her tim digot, gelo emê kingê biçin çiya û bibin gerîla.
Heval Rojhat 2014’an de tevê refên gerila bû. Rastî heval kesayeteke PKK’yî xwe de dabû avakirin. Ji ber durustiya xwe hemû hevalan dixwest wî re bimînin. Durustî û girêdanîya wî însan dikişand xwe. Piştê şahadeta wî heval giştî pir êşiyan.”
Herî dawî Gîvara helbesta ku ji bo bîranîna şehid Rojhat Zelal nivîsîbû xwend.