ÇILAXA – Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger îro Şehîdê Tevgera Ciwanan Hozan Can, di salvegera şehadeta wî ya 5’emîn de, bi çalakiyek bibîr anîn.
Bîranîn bi beşdarbûna malbata Şehîd Hozan û bi dehan ciwan û jinên ciwan li Ekademiya Şehîd Hozan Can ya Ciwanan li navçeya Çilaxa ve hate lidar xistin.
Destpêke bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê Şehîdan çalakiya bîranînê destpê kir, piştre li ser navê malbata Şehîd dayika Şehîd Hozan axivî.
Di axavtina wê de behsa Şehîd Hozan û kesayetê wî û zarokatiya wî kiriye, kar û xebatê wî tevgera Ciwanên şoreşger de, her wiha behsa şehadeta wî, û teqez kir ku xewn û xeyalên wî ya rizgarkirin û avakirina Sûriyeke demokratîk û têkbirina dagirkeriyê divê Ciwanên welatparêz pêk bînin.
Piştre li ser navê Ekademiya Şehîd Hozan Can, Heqî axivî û got: ev Ekadamiya bi navê Ekademiya Şehîd Hozan Can li ser navê Şehîd Hozan di 2017’an de vebû. Ji ber Şehîd Hozan Şehîdê Tevgera Ciwanan bû û her xeyalên wî hebû ku xebatê Ciwanan pêşbixe û fikir û felsefeya serok APO bighîne hemû ciwanan. Li vir ev ekademî heta niha bi dehan dewreyan bidawî kir û bi sedan ciwanan perwerde kir li ser fikir û felsefeya serok APO.
Her wiha di dawiya axavtina xwe de got ku divê hemû ciwanan şehîd Hozan nas bikin, û li ser riya wî bimeşin, û soza pêkanîna xewn û xeyalên Şehîdan da.
Piştre portra Şehîd Hozan hate temaşe kirin.
Tê zanîn ku Şehîd Hozan can ya ji Dêrezorê, demek dirêj di xebatê Ciwanên Şoreşger ya Dirbêsiyê de maye, û di sala 2015’an de di pêngava rizgarkirina Holê de şehîd ket.