REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Suriyê Komxebatek bi duruşmeya ‘Ji Zewaca temen biçûk re, Em Dibêjin NA’ li Bajarê Reqqa bi tevlîbûna 100 Endamên Jinên Ciwan lidar xist.
Di heman demê de nûnerên rêxistinên jinan li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê, nûnerên Navneteweyî yê ji Swîsre û Belçîkayê, û endamên ciwanên Tebqa, Reqa, Dêra Zor, û Herêma Efrîn, Firat û Cizîrê beşdar bûn.
Komxebat bi Pankartên bi nivîsên “Bi Berxwedana Jinên Ciwan Tekoşîna 25’ê Mijdarê Geş dibe” û “Dem Dema Parastina Jin û Civaka Azade, Na ji zewaca biçûk re” û hwd… hatibû daliqandin. Komxebat bi deqeyek rêzgirtin hate destpêkirin. Piştre di beşa yekem de, bi sernavê (Sedemên Zewaca Biçûk), rêveberiya Navenda Jineolojî Xeliya Nema li ser tundiya ku di roja me ya îro de tê kirin. û diyar kir ku zewicandina malbatan zarokên wan re di temenê biçûk de, nemaze keç, dibe ku bibe sedema bêserûberiya di jiyana zewacî ya zarokên wan de û hwd..piştre deriyê lêpirsîn û nîqaşan ji beşdaran re hate vekirin, ji ber ku nîqaşên li ser tundiya laşî û malbatî ya ku jin pê re rû bi rû dimînin, ku dibe sedema mirinê, ramîna wê teng dike û wê ji mafê wê yê xwendinê û azadiya hilbijartina mêrê xwe nahêle.
Komxebat bi sloganên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.