HEWLÊR – PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran ve şande bajarokê Qesrê û Hacî Umeranê yên ser bi Herêma Balekayetî ya girêdayî Hewlêrê.
Serê sibehê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hêzek mezin bi wesayîtên leşkerî û çekên giran, ber bi Hacî Umeran û Qesrê ya ser bi Herêma Balekayetî a ser bi Hewlêrê ve şand.
Li gorî agahiyên ji herêmê ketine destê ajansa me de, ew hêz ‘Hêza Topxane yên Şewlewayê’ne û çekên giran li gel wan hene.
Li herêmê ji bilî hêzên PDK’ê ti hêzek din ya ser bi Wezareta Pêşmergeyan nînin.
Dîmenên hêzên ku ber Qesrê û Hacî Umeranê ve diçin , di nava medya civakî de belav bûne. Hêjayî gotinê ye demek dirêje PDK li nêzî herêmên gerîla di nava liv û tevgerê deye û hêzî dişînê herêmê.
Ji aliyê din de Alikarê Wezareta Peşmerge Qehreman KEMAL diyar kir ku wek wezaretê agahiya wan vê hêzê nînê.