NAVENDA NÛÇEYAN
Sala 42’emîn a damezrandina fermî ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye, di 27’ê Mijdarê de temam dibe û sala 43’an a têkoşînê dest pê dike. Tê zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK ava kir û gihand vê serdemê. Eger mirov ji şehadeta Hakî Karer a 18’ê Gulana 1977’an ve binirxînin, xuya ye di nava 43 salên têkoşînê de pêncî hezar şehîd hatine dayin. Hejmara girtiyan û mirovên ku di vê demê de piştgirî dane, ewqasî zêde ye ku tespîtkirina wan nepêkan e.
Gelê Kurd bi dehan sal in li qadan dirûşma ‘PKK gel e, gel li vir e’ diqîre. Nasnameya xwe ya azad bi PKK’ê pênase dike. Rêber Abdullah Ocalan bi gotina ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ nîşan da ku PKK partiyeke ciwanan e. Jinên Kurd jî ku li ser xeta azadiyê ya Rêber Apo zane û rêxistinbûyî bûn, her tim tînin ziman ku wan her tişt bi pêşengiya PKK-PAJK’ê bi dest xistine.
Ji 3’ê Tîrmeha 1979’an dema ragihandina fermî ya damezrandinê û vir ve li siyaseta Kurdistan û Tirkiyeyê partiya ku herî zêde hate nîqaşkirin bêguman PKK ye. PKK ku niha sala 42’an a damezrandina xwe ya fermî temam dike, ne tenê li Kurdistanê û Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bûye partiya ku herî zêde tê nîqaşkirin. Sîsema modernîteya kapîtalîst, serweriya Tirk a mêtinger û qirker û nokeriya Kurd her ku hewl didin PKK’ê ji çar parçeyên Kurdistanê derxînin, PKK hîn bêhtir li herêmê û cîhanê cih digire, herêm û cîhana xwe diafirîne û bi vî rengî li ser piyan dimîne.
Tê zanîn ku plana destpêkê ya plankirî ya ji bo tunekirina PKK’ê di mehên Gulan û Hezîranê yên sala 1977’an de hate kirin. Di Gulana 1978’an de êrişa li Hîlwanê, di Gulana 1979’an de girtina li Xarpêtê di vê çarçoveyê de dikarin bên nirxandin. Bêguman êrişa tasfiye û tunekirinê ya herî berfireh ku aliyê xwe yê navneteweyî jî heye, darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î bû. Êrişên ji bo tunekirina û tasfiyekirina PKK’ê yên ji vê û pê ve di asta herêmî û navneteweyî de hatin kirin. Piştî Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an, dewleta Tirk pirsgirêk di sala 1985’an de xist rojeva NATO’yê. NATO ku hêza bingehîn a li pişt darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê bû, ji hingî ve şerê tasfiyekirin û tunekirinê yê li dijî PKK’ê di pratîkê de meşand.
Heta niha ji bo tasfiyekirin û tunekirina PKK’ê di nava NATO’yê de çiqas plan hatin amadekirin û bi çi rengî bi cih hatin anîn? Bêguman zehmet e ku ev hejmar bê tespîtkirin. Eşkere ye ku ev yek mijara lêkolîneke cidî ye. Ji xwe eşkere ye ku her sal, carna salê du caran planeke bi vî rengî amade dike û êriş dike. Di nava van de ragihandina Rewşa Awarte ya salên 1987-88, doza Dusseldorfê ya 1988-1994, êrişa li Şamê ya 6’ê Gulana 1996 û êrişa komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an jî hene.
Gelo ji 9’ê Cotmeha 1998’an û vir ve di nava 23 salan de çiqas êrişên plankirî hatin kirin? Dibe ku pirsîna vê pirsê û lêgerîna li bersiveke wê nerast be. Ji ber ku di vê demê de ku hêza darbeyê li ser kar e, di nava rastiya dewleta Tirk a faşîst-qirker de siyaset veguherî wê rewşê ku bi darbe û komployan bê birêvebirin. Di navenda vê de jî her tim armanca ji bo tasfiyekirin û tunekirina PKK’ê heye. Êrişên plankirî yên sereke yên vê pêvajoyê tasfiyekariya 2002-2004, biryara şerê topyekûn ê 23’ê Tebaxa 2005’an, hevdîtina Bûsh-Erdogan a 5’ê Mijdara 2007’an, operasyonên qirkirina siyasî yên 14’ê Nîsana 2009’an, provokasyona Farqînê ya 14’ê Tîrmeha 2011’an, ‘Plana Çalakiyê ya Têkbirinê’ ya 30’ê Cotmeha 2014’an ku 24’ê Tîrmeha 2015’an bi cih hate anîn.
Rastiyeke naskirî ye ku ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve her kêliya derbas dibe bi êrişên ji bo tasfiyekirin û tunekirina PKK’ê tê bikaranîn. Ev êrişên navborî bi esasî ji aliyê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bê birêvebirin jî eşkere ye ku rêveberiyên DYE û PDK bi xurtî piştgiriya wan dikin. Plana êrişê ya herî dawî ya vê pêvajoyê jî di bihara 2020’î de bi provokasyona Zînî Wertê dest pê kir û bi têkçûna êrişa dagirkeriyê ya li Heftanînê re bêencam ma. Ji bo nixumandina vê têkçûnê hewl dan ‘Peymana Şengalê’ û ‘Dorpêçkirina Garê ji aliyê PDK’ê ve’ pêk bînin, lê ev jî ji destpêkê ve pûç bûn, bi taybetî piştî ku rêveberiya Trûmp di hilbijartinên DYE’yê de têk çû, ev plan jî têk çû.
Di êrişên tasfiyekirin û tunekirina PKK’ê de yên ku salên dawî li ser bingeha tifaqa DYE-dewleta Tirk-PDK’ê de tên kirin, rewşek gelekî balkêş e. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan ev çend sal in timî li qadan dibêje, ‘Li Tirkiyeyê KUrd nîne. Kî dibêje ez Kurd im bila Tirkiyeyê biterikîne û biçe Erbîlê’. Berdevkên rêveberiya Trûmp jî timî dibêjin, ‘Bila PKK ji Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê derkeve’ bi vî rengî sîstemeke nû ya zordariyê li PKK’ê ferz dikin. Herî dawî Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî jî got, ‘Bila PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve’ û tevlî vî karwanî bû. Di vê mijarê de hewceyî pê nîne ku mirov qala gotin û hewldanên rêveberiya Îranê bikin. Ji xwe hewldana herî mezin a rêveberiya heyî ya Îranê ew e ku ‘PKK ji Rojhilatê Kurdistanê derkeve’.
PKK ku sala 42’an a damezrandina xwe ya fermî temam kir, li çar parçeyên Kurdistanê xwedî girseya herî mezin e. Têkildarî partiyeke bi vî rengî ya Kurdan, hêzên herêmî, xwecihî û global ên ku li ser Kurdistanê serwer in bi hev re dixwazin ku ‘PKK ji Kurdistanê derkeve’. Dibêjin, ‘Li Kurdistanê cih ji PKK’ê re nîne’. Rastiya ku jê re ‘Pirsgirêka Kurd’ tê gotin, ev bi xwe ye. Gotina ‘Ji Kurdistanê biçe’ ya ku ji PKK’ê re dibêje, tê wateya ‘Tune bibe’ ji bo Kurdan hemûyan. Hemû hêzên siyasî û leşkerî yên cîhanê û herêmê li Kurdistanê ne, lê belê derketina ji Kurdistanê li partiyeke Kurdan li PKK’ê tê ferzkirin. Ji gerîlayên PKK’ê dixwazin ku ji parçeyên Kurdistanê derkevin. Gelo PKK û gerîla bi ku ve biçe? Eşkere ye ku wê bi ti deverê ve neçin. Ji ber ku li cîhanê cihekî vala nîne ku bi wir ve biçe. Wê demê gotina ‘Ji vî parçeyî derkeve’ ya ji bo PKK’ê tê gotin, tê wateya ‘Tune bibe’.
Cîhana ku ji aliyê sîstema dewletê û desthilatdariya pênc hezar salî hatiye avakirin, sed sal in cih nade gelê qedîm ê dîrokê Kurdan. Avaniya global hegemonîk a sîstema modernîteya kapîtalîst a pênc sed salî li ser tunebûna Kurdan û Kurdistanê ava bûye. Baş e li dijî vê rewşê, PKK ku Tevgera Azadiyê û hebûna Kurdan e, kîjan bersivê dide? Bêguman bersiva vê pirsê girîng e û dema ku mirov detayên wê deynin aliyekî van bersivên PKK’ê dikarin di nava du sernavan de komî ser hev bikin. Ya yekemîn, berxwedana li xeta fedayî, ya duyemîn jî afirandina cîhana xwe!
Tê zanîn ku PKK dûrî berjewendiyên şexsî di xeta fedayî de tevgereke gerîla û partiyek afirandiye. Di dîrokê de tevgereke fedayî ya di vê astê de, ewqasî demdirêj û bi bandor tevgeriya ye, nîne. Gelê Kurd tunebûna ku lê tê ferzkirin, bi rêya berxwedan û fedayîbûneke di vê astê de ji holê radike, tenê li ser vê bingehê dikare hebûna xwe biparêze û azad bibe.
Çareya duyemîn a ku PKK’ê afirandiye balkêş û girîng e. Eger desthilatdarî û cîhana dewletê cih nade PKK’ê û bi vî rengî cih nade Kurdên azad, wê demê li ser bingeha azadiya Kurdan wê demê divê cîhaneke nû bê avakirin û li wê cîhana azad a nû hebûna xwe dewam bike! Rastiya ku PKK’ê afirandiye ya herî girîng û ji bo mirovahiyê watedar ev e. Eger mirov bala xwe bidin ser, wê bê dîtin ku sîstema qirkirina Kurdan her ku dixwaze Rêberê Gelê Kurd tune bike, ew ji sînorên neteweyî derbas dibe û dibe rêberekî navneteweyî. Her ku sîstema qirker dixwaze Gerîlayên Azadiyê yên Kurd li Kurdistanê bieciqîne, bandora gerîla li herêmê bêhtir belav dibe. Hêzên qirker her ku dixwazin PKK’ê li Kurdistanê tuen bike, PKK bêhtir li cîhanê belav dibe. Fikrê Modernîteya Demokratîk ê Rêber Apo û bicihanîna wê, cîhaneke bi vî rengî ya nû, azad, bêzext, bêtalan, cîhaneke demokratîk û parvekar diafirîne.
Wê demê em cîhana alternatîf û azad a nû ya PKK’ê baştir nas bikin û xwe tevlî wê cîhanê bikin! Li ser vê bingehê em Cejna Partiyê ya 27’ê Mijdarê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz dikin, şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û di sala nû ya têkoşînê de serketinê hêvî dikin!
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
SELAHATTÎN ERDEM