NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) têkilî 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Têkoşîna azadiya jinê, di çareseriya şoreşger û wekhevîxwaz vê krîza antîfaşîst, antîmêtinger de bi roleke diyarker e, pêşeng e, bi potansiyeta rolên rêbertî ye” û diyar kir li dijî tundiya mêr tevdigerin, jin ji têkçûnê ber bi serfiraziyê ve bi pêş ve diçin.
KBDH’ê got,”Tecrûbeyeke me ya girîng a têkoşîna çekdarî heye, xeteke me ya têkoşînê ya biryardar a meşrû heye, tecrûbeya me ya raperînê heye û jê bêhtir şoreşa me ya jinê ya Rojava heye. Ji bo ku li dijî faşîzmê em ji her alî ve hicûmê bikin, tevgera ku xwe dispêrê vê dînamîkê û wê xwe bispêriyê nikare were rawestandin.”