ROJHILATÊ KURDISTAN – Gerîlayên Endamên (YJCR) Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojhilat derbarê 25’ê Mijdarê roja Tekoşîna navnetewî li dijî tundiya ser jin nerînên xwe ji Ajansa me re parvekirin û gotin: “Em li hemberî şidetê dibêjin Na, li hemberî qirkirinê dibêjin NA, li hemberî dagirkeriyê dibêjin NA, li hemberî faşîzmê dibêjin NA û em hemû jinan dawetî Çiyayê Azad dikin.
Gerîlaya Jin Endama (YJCR) Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojhilat Zelal Cûdî wiha dest bi axaftina xwe kir û got: “25’ê Mijdarê roja şideta li ser jinê em jî bi giştî vê şidetê şermezar dikin û bi giştî di cîhanê de vê şideta ku li ser jinê tê şermezarkirin. Em wekî Jinên ciwan vê şidetê bi tu awayi qebûl nakin, ji bo vê jî em hemû şêwazên şideta ser jinê red dikin vane çine yek zewaca temenê biçûk qirkirina jinê ye, şidetekî herî mezine di nava civakê de û niha jî li ser jin û jinên ciwan tê meşandin. Ji bo ku jin enerjiya xwe qenalîzeyi nav şoreşê neke û li dijî sîstemê dernekevê. Ji ber vê yekê jî em zewaca biçûk şidet dibînin û em qebûl nakin.
Bi taybetî jinên ciwan ên ku bi enerjiya wan dileyizin û bi hemû qurnazî û bi hîleyên xwe ber bi sektura fihuşê ve dibin, viya şidetekî herî mezine li ser jinê û jinên ciwan em qebûl nakin û em wekî şidetekî dinirxînin.
“Modernîteya kapîtalîst şidetekî herî mezin e”
Sîstemê modernîteya kapîtalîst bi taybetî wekî sektorekî ji bo xwe bi kartîn e. Madeyên hişbir di nava jin û ciwan de pêk tîne û dixwazê pêşbixê. Ji bo vê jî taybetî jin û ciwan e ji bo ku serîhilnedin, li hember sîstemê wan roj bi roj bi madeyên hişbir dikujê, wan difetisînê, wan ber bi mirinê ve dibe, ber bi koletiyê ve dibê, ji bo vê jî viya şidetekî herî mezin e û qirkirina herî mezin e ji bo vê jî Em Dibêjin Na.
Di nava sîstemê de modernîteya kapîtalîst şidetekî herî mezin e. Ê ku dibêje şidet pêwîste sîstemê modernîteya kapîlatîs baş lêpirsîn bikê û bi zanibê ka çi şidetekî taybet li ser jinê dide meşandin. Niha jinê wekî amûrê reklamê bi kartînin, devê wê, bozê wê, lêvê wê, fîzîkê wê, rihê wê her tiştê wê, bi her tiştekî wê sûd werdigrê ji ber ku sîstemekî berjewendî pereste tenê ji bo xwe heye, tenê ji bo xwe digrê ji bo vê jî ev wekî şidetekî herî mezin e em dinirxînin û em vê şidetê qebûl nakin.
“Em hemû Jinan dawetî Çiyayê Azad dikin”
Wekî jinên ciwan me jî hemleya ‘Em Dibêjin NA’ destpêkiriye, em li hemberî şidetê dibêjin Na, li hemberî qirkirinê dibêjin NA, li hemberî dagirkeriyê dibêjin NA, li hemberî faşîzmê dibêjin NA, ji ber vê jî em bi taybetî wek ku Sîstma modernîteya Demokratîk a ku bi fikr û felsefê Serok Apo em dixwazin damezrînin, em dixwazin inşayê bikin, em dixwazin bi vê zihniyetê xwe bi rêxistin bikin ji bo vê jî jiyanekî azade, temsîliyeta azadbûn, îradebûn, xwebûyina jin e. Em hemû jinan bi taybetî jinên ciwan bangewazî me ev e beşdarî jiyanê azad bibin, beşdarî azadiyê bibin, ji bo vê jî em hemû jinan dawetî çiyayê azad dikin.
Gerîlaya Jin Endama (YJCR) Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojhilat Sozdar Zagros jî wiha got: “25’ê Mijdarê roja tekoşîna dijî tundiya li ser jinê ye. Mirov nikare viya wek rojekî bigre dest, ji ber ku jin her roj heman tiştê re rûbirû ye. Bêguman ev tund û tujî Kurdistan û hemû cihanê tê meşandin. Divê mirov viya binirxîne. Çima ev tişt li ser jinê pêk tê. Îro jin li hember vê berxwe dide. Taybet jinên ciwan. Du nasname xwe de dihewîne. Dijmin dizane ku jin yê bibin xwedî îrade, civakê bixe xwediyê bawerî û biryardayinê, koletiyê xelas bike ji vê yekê pir ditirse.
Ji ber vê him fikrî him jî fizîkî êrîşê jinê dike. Ev yek ji bingeha xwe zihniyeta hezar sala ya zilam û dewletê digre. Pergalê wisa kiriye ku bêçarebûn daye pêşiya civakê. Tenê ji xwe kuştin û xwe şewitandin jinê re rewa dîti ye. Kêleka we lêdan, tacîz û tecawuz jî heye. Wek gerilayên azadiya kurdistan em dibêjin êdî vê işkencê qebûl nekin. Taybet jinên ciwan gere li hember vê îşkencê û zilmê tekoşinê gur bike. Em jî li çiyayên Kurdistanê erka ku dikeve li ser milê me pêk tînin. Ji ber vê divê jinên ciwan berê xwe bidin çiyayên azad. Em dengê xwe bikin yek, destê xwe bikin yek.
“Bila tevahî cîhan bibihîse ku jin xwediyê îrade û xwediyi hêze”
Bila tevahî cîhan bibihîse ku jin xwediyê îrade û xwediyi hêze. Ji ber vê yekê bangawaziya me jinên ciwan re ev e: werin em bi hev re têbikoşin. Em hevdu baştir hîs dikin û hevdu bihêz dikin. Ji ber vê em encax xwediyê hevdu derkevin. Li ser vê esasê jî em dibêjin emê koletiyê re bêjin na, tekoşîn û azadiyê re jî emê bêjin erê. Ji bo vê ji bangawaziya me ji bo jinên ciwa eve: werin tevlê refê gerila bibin ji bo ku tekoşina me bilindtir bibe. Em ê sîstema kapîtalîst bin bixînin û azadiya jinê dest bixînin.