NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Di daxuyaniya KODAR’ê de ev tişt hatin gotin:
“Ji bo ku civakek ku jin û zilam bikaribin bihevre, li gorî exlaq, maf û ramanê mirovahiyê jiyan bikin, pêwîstiya me bi wekheviya jin û zilam heye. Ji bo vê Rêber Apo behsa jiyana hevbeş û azad dike. Bi taybet jî mijara jineolojî xistiye pêş. Di vê qonaxa dîrokî de ku tundûtujiya hemberî jinan li ser asta cîhanê, bi taybet li Îran û Kurdistanê zêde bûye, em weke KODAR dibêjîn pêwîste hemû civak hemberî tundûtujiya dijî jinan seferber bibe. Zilam jî divê erkê exlaqî û dîrokî yê xwe pêkbînin, jin û zilam divê têbigihin ku heya jin ji tundûtujiyê rizgar nebin, civak jî wê ber bi têkçûnê biçe.
Li ser vî bingehî bi boneya 25’ê Mijdarê em piştgiriya pêngava KJAR ya di bin navê ‘Li hemberî qirkirina jinan, dema parastina jiyana azade’ dikîn. Em di wê baweriyê dene ku wê hemû jin û zilam tevlî pêngavê bibin. Em carek din soza xwe dûbare dikin, emê ji dema borî zêdetir şêwaza têkoşîna xwe ya hembeî zihniyeta rêgezperesetî û zilamsalariyê kûrtir bikin.”