NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tolhildanê yên Amara Ronahî ya KBDH’ê derbarê çalakiya xwe li Mêrsînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Di 24’ê Mijdara 2020’an de saet di 22’an de li Kolana 6055’an a Taxa Halê ya Akdenîza Mêrsînê li dijî polîs û notirvanên faşîzmê bi teqemeniyên bi destan çalakiyek hate lidarxistin. Piştî teqîneke mezin gelek ambûlans hatine qadê û birîndar ji qadê birine. Hejmara mirî û birîndaran nehatine zelalkirin û yekîneyên me bi selametî ji qadê derketine.
Vê çalakiya me bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan hatiye lidarxistin. Li hemberî polîtîka û êrîşên faşîzma AKP û MHP’ê yên li dijî jinan em ê têkoşîna jinan a yekgirtî geş bikin.
Vê çalakiya me ji bo fermandarên me yên jin Amara Ronahî û Eylem Maço hatine lidarxistin yên ku di 3’ê Cotmeha 2020’an de li Amedê dema di şerê li dijî faşîstan de şehîd bûne.”