NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarıya YBŞ’ê di salvegera 5’an de şervana xwe Bêrîvan Şengalî bibîr anî û soza tolhildanê da.
‘EM BI ZANABÛN Û HESTÊ TOLHILDANÊ VE BI HÊZ IN’
Fermandariyê ev tişt got: “Ev zanêbûn û baweriya ku bi hêzar salan bi çand û olan ve hatiye parastin bi baweriya ku ‘bedela wê çi dibe bila bibe’ re têkoşînên bi xwîna gel û hevreyên me yên şehîd re tola di kesayeta keç û jinên Êzidî û hevreyên me de û bi hestên tol girtina gelê ku di bin zordestî û koledariya metîngeriyê de ne bi zanebûn û hestên tol girtinê ve em bi hêz in. Me ev hêz di têkoşîn û berxwedaniya Berîvan Şingaliyan, Egîd Civyanan, Gulçîn Dîdaran û Vînar Semsûran de girt.
‘XETA WÊ RÊYA ME YA GIRÊDAYÎ AZADIYÊ DIYAR KIR’
Zaroka Êzidxanê şopdarê kelecana ciwanên azad berxwedêra xaka pîroz Berîvan Şingal in. Em di salvegera 5’emîn a şehadeta hevreya xwe ya ciwan de ne, wê bi minnet û rêzdarî bibîrtînîn û em dibêjin bîranînên wê xeta têkoşîn û rêya me ya girêdayî azadiyê diyar dike. Di kesayeta hevrê Berîvan de şehîdên ku di berxwedaniya xaka Şengalê de canê xwe bexşandine bibîr tînîn.
‘EM Ê RÊ NEDIN FERMANÊN NÛ PÊK BÊN’
Berîvana ciwan şopdara Binevş Agalan girêdanbûyîna xwe bi gel û çanda xwe re wiha tîne ser ziman; “Kesek nikare me ji xaka me, ji qadên me, ji Êzidxana me ya pîraz derbixîne û dûrbixîne. Ev fermana 73’ yan yê ku li ser gelê me çebuye, em ti caran rê nadin ku ew ferman bibe fermana 74’ an. Em ê pêşî li ferman û qatlîama bigirin, heta dawî jî ji bo xizmet û tol girtinê, têbikoşin û berxwe bidin. Her çi dibe bila bibe kes nikare me tine bike, gelê Êzidî hezar salan tedikoşê û berxwe dide. Kes nikare ana xilas bike û li ser xaka wan dûr bixîne.” Ev sekin û rumeta hevrê Berîvan, îradeya xwe ya bi israr, zanebûn û serî netewandina li hemberê ferasetên ku li beramberî zanebuna jinê ve hatiye ava kirin sekînî û bi zanebuna jina azad re xwe kir yêk.
‘BÊRÎVAN TOLA XWE ZIVIRANDA ZANABÛNÊ Û ZANABÛNA XWE JÎ VEGERAND TOLHILÎNÊ’
Me berxwedan û têkoşîna hezar salan bedelên ku hatine dayîn, serkeftinên wê bi ezmûnan ve tacîdar kir. Di dîroka Êzîdatiyê de têkoşîna li hemberê ferman û şikandina wan êrîşan gelek bedel hatine dayîn û qehremantî li ser vê xakê hatiye nekşandin. Wekî ku tê zanîn hevrê Berîvan jî êşen ku bi tola fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hatibû jiyîn tijî bû. Berîvana ciwan, tola xwe zivirand zanebûnê, zanebûna xwe jî zivirandibu tolê. Berîvan têkoşîn kirinê heta keliya dawî ya jiyana xwe wekî deynekî li ser milê xwe dizanî.
‘BERXWEDANA WÊ JI BO ME BÛ BILINDKIRINA ALA SERKETINÊ’
Ev çerxa ku îxanetkarên metînger di xwastin bi zivirîne xaka Êzidxan, şehîd Berîvan, Binevşan û Xaneyan ev çerx zivirandin çerxa şoreşê û ev bexwedanî jî ji bo me bû bilind kirina ala serkeftinê. Em jî alên ku hevreyên me gihandina esmana soza bilind kirina wê, berxwedanî û mezin kirina têkoşînê wekî erka xwe ya sereke dizanin.
Em jî wek şopdara Berîvana ku Mijdara 2015’ an şerbeta şehadetê vexeriye, em ti caran rê nadin ku dubare keç û jinên Êzidî di bazaren de vere firotin û pêşî li fermana were vekirin. Em dîsa hevrêya xwe Berîvan Şengalî salvegera şehadeta wê de bibîrtînîn û soza tolgirtinê, di serî de jinên Êzidî û tevahî şehîdên Kurdistanê re dayî dubare dikin.”