HELEB – Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li pêşiya hola civînan a li beşa rojavayê taxê kom bûn. Şêniyan wêneyên rêberê gelan Abdullah Ocalan, şehîdan, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên “Soza me em pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Serok Apo re azad bijîn”, “Şerf ne di bedenê de ye lê belê bi vîna azad em jiyanê çêdikin” û “Divê dewleta Tirk destê xwe ji xwîna zarok û jinên Sûriyê bikişîne”, hildan.
Meş li qada Cibênat a li rojhilatê taxê bi dawî bû û veguherî mitîngê. Di mitîngê de, hevseroka Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger axivî û got divê jin asta têkoşîna xwe mezin bikin. Zelal diyar kir ku tundiya ku li ser jinan tê meşandin, li dijî tevahiya mirovahiyê ye.
Zelal di nav gotinên xwe de bang li jinan kir ku xwe biparêzin û lihemberî siyasetên ku jinan dikin hedef, li ber xwe bidin, her wiha destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.
Di dawiya meşê de, endamên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê şanoyek bi navnîşan Na ji tundiya li ser jinan re, pêşenda.