HEWLÊR – Bi boneya 25’ê Mijdarê rêxistina bi navê ‘Ême’ li ber Qelaya Hewlêrê çalakiyek li dijî şideta li ser jinê lidarxist.
Di çalakiyê de bang li jinan hate kirin ku tev bi hevre li dijî şidetê yekgirtina xwe avakin. Her wiha daxwaz ji Hikûmetê hate kirin hewildanên ji bo bidawîkirina şidetê zêdetir bike.
Jinan di çalakiyê de ji bo bîranîna jinên ku di encama şidetê jiyana xwe ji dest dane, mum pêxistin.