BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû.
‘DÎROKA PKK’Ê DÎROKA LEHENGIYÊ YE’
Karayilan salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê, dostan, hevrê, xebatkar û sempatîzanan pîroz kir û got, “Dîroka PKK’ê dîroka lehengiyê ye. Ev lehengî bi ked û berxwedana şehîdan pêk hat. Bi xwîna berxwedana destanî ya dîrokî ya şehîdan hate nivîsandin. Di vê çarçoveyê de ji şehîdê destpêkê yê partiya me hevrê Hakî Karer heta Sara, Delal Amed, Zekî Şengalî, Diyar Xerîb (Helmet), Kasim Engîn, Egîd Civyan û Yilmaz Dersiman şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînim, bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînim. Soza ku me dane wan dubare dikin. Em ê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî li bîranîna wan derkevin.”
‘HEBÛNA ME MISOGER BÛ, DEM DEMA AZADIYÊ YE’
Karayilan rola PKK’ê ya di destketiyên gelê Kurd ên li çar aliyên Kurdistanê nirxand û wiha axivî: “Bêguman destketiya herî mezin pûçkirina siyaseta qirkirin û mêtingeriyê ya li ser Kurdistanê ye. Dijmin dixwest gelê Kurd qir bike, asîmîle bike, li Bakur bike Tirk, li deverên din jî bike Ereb û Fars. Yanî dixwest ji netewebûnê derxîne. Ji ber ku ev gel ji aliyê modernîteya kapîtalîst û sîstema navneteweyî ve weke netewe nedihat qebûlkirin. Îro nûnerên gelan hemûyan li Neteweyên Yekbûyî hene. Lê belê nûnerê Kurdan nîne. Çima? Ji ber ku li ser tunehesibandin û tunekirina gelê Kurd biryar dane. Ev biryar ne biryara dewlet Tirk, Îran, Iraq an jî Sûriyeyê ye, biryara sîstema navneteweyî ye, ku bi esasî li Lozanê hate dayin. Rabûna li ber vê yekê, pûçkirina vê biryarê bêguman bi tena serê xwe encameke girîng e. Me beriya her tiştî weke netewe hebûna xwe qezenç kir; pêşî li îmha û asîmîlasyonê girt. Em êdî li ser dika dîrokê hene û ev misoger bû. Dem dema azadiyê ye. Destpêkê dixwazim vê bêjim.
HEYETA KURDAN A JI ÇAR ALIYAN KU EMERÎKAYÊ VEXWEND WASHÎNGTONÊ
Wekî din, tê zanîn ku sala 1990’î Saddam êriş bir ser Qûweytê. Li ser vê bingehê di dawiya sala 1990’î de bi serkêşiya Emerîkayê dest li rejîma Saddam hate werdan. Wê demê rêveberiya DYE’yê bi rêya hevsera Serokê Fransayê Madam Mîtterand peyamek şand û got, ‘Bila heyeteke Kurd bê Washîngtonê’. Piştî wê têkçûna tê zanîn a sala 1975’an, Emerîka û Kurd ji hev dûr ketibûn. Herhal têkilî nemabû; ma be jî di asta bilind de nebû. Lê belê heyeteke di asta bilind de hate vexwendin. Wê demê hatibû gotin, ‘heyet bila ji çar parçeyan pêk bê û di nav de PKK jî hebe’. Me wê çaxê nîqaş kir û got, ’em naxwazin weke PKK biçin, lê hûn biçin em ê piştgiriyê bidin we’.
‘MAM CELAL; JI BO GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIVÊ PKK JÎ TEVLÎ HEYETÊ BIBE’
Birêz Mam Celal got, ‘Na’ Eger PKK tevlî vê heyetê nebe, ti giraniya vê heyetê namîne. Divê PKK rewşa me li ber çavan bigire; li Başûrê Kurdistanê ewqasî enfal-komkujî çêbûn; ji bo gelê Başûrê Kurdistanê divê PKK jî tevlî vê heyetê bibe’. Diviyabû peyamek bihata nivîsandin; ji bo vê jî Mam Celal got, ‘Di peyamê de divê îmzeya PKK’ê li herî jorê be’. Çima wiha got? Ji ber ku li parçeyên din ên Kurdistanê şerê çekdarî lawaz bûbû. Li Başûr ji xwe piştî Helebçeyê şerê çekdarî rawestiya bû, li Rojhilat jî hêzên pêşmerge vekişiyabûn Qendîlê. Lê belê wê demê li Bakurê Kurdistanê şerekî giran hebû; her wiha serhildanên gel dest pê kiribû. Wê wextê jî ji Heftanîn, Zap, Xakurkê heta Dersimê em hebûn û şer dewam dikir. Ji ber vê yekê bala her kesî li ser PKK’ê bû. Her roj di BBC de nûçe dihate çêkirin ku çiqas leşkerên Tirk hatine kuştin û dinyayê ev dişopand. Mam Celal ji ber vê yekê digot. Heyeta wê demê bi vî rengî hate avakirin.
‘PEYAMA ME LI WASHÎNGTONÊ HATE XWENDIN’
Ez vê jî bêjim: Mam Celal jiyana xwe ji dest da, lê Ehmed Bamernî sax e, bi van zane. Li ser peyama li wir bê xwendin nîqaş çêbû û herî dawî nêrîna me hate qebûlkirin. Ji bo nivîsandina wê peyamê komîsyonek hate avakirin. Komîsyonê peyam baş nenivîsî bû, lê belê endamên komîsyonê belav bûbûn. Ji ber vê yekê li ser pêşniyara Mam Celal min bi xwe ew peyam bi Tirkî nivîsî û Îsmet Şerîf Vanli tevî hevaleke jin wergerandin Îngilizî. Bi navê PKK’ê em neçûn, lê belê bi navê me Îsmet Şerîf Vanli tevlî heyetê bû, çû Emerîkayê û li Washîngtonê ew peyam bi xwe xwend. Yanî ji wê demê ve giraniya PKK’ê bandor li hemû parçeyên Kurdistanê dikir.
‘BANDORA SERHILDANÊN BAKUR LI SER RAPERÎNA RANYAYÊ’
Tevî şerê gerîla yê li Bakurê Kurdistanê her roj li Cizîrê, Silopiyayê, Nisêbînê, Amedê, Licê û her devera bakurê Kurdistanê gelê me radibû serhildanê, sînga xwe li dijî tank û panzerên dewleta Tirk dikir sîper û bi vî rengî têdikoşiya. Eger wê demê ne ji van serhildanên Bakur bûya, gelo wê di 5’ê Adara 1991’ê de li Ranyayê serhildana gel dest pê bikira yan na? Eşkere ye ku civaka me bandorê li hev dike. Gelê me yê li Başûr dît ku dewleta Tirk tevî ku ewqasî xurt e gelê me li Bakur li hemberî wê radibe serhildanê, têdikoşe. Dewleta Iraqê jî ji ber şerê li dijî Îranê û ji ber êrişên DYE’yê gelekî lawaz bûbû. Gelê me ev yek weke firsendê dît û rabû ser piyan. Lewma serhildanên li Bakur xwedî bandoreke mezin bû.
‘BI SAYA BANDOR Û HEVSENGIYA PKK’Ê, LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PARLAMENT Û RÊVEBERÎ AVA BÛ’
Her wiha sala 1992’an piştî ku xeta paralela 36’an kete bin kontrola hêzên navneteweyî li Başûrê Kurdistanê valahiyek çêbû û firsend bi destê gelê Kurd ket ku rêveberiyekê ava bike. Parlamenta li Başûrê Kurdistanê wê demê kete rojevê. Lê belê eger ne ji hevsengiya navbera PKK’ê û dewleta Tirk bûya, dewleta Tirk bi ti awayî rê nedida rêveberiyeke Kurd a li Başûr. Ji ber ku dewleta Tirk di nava operasyona bi navê ‘Hêza Çekîç’ de bû ku ji hewayê xeta paralelê ya 36’an kontrol dikir. Tê zanîn ku di Komploya Cezayîrê de jî tiliya dewleta Tirk hebû. Em zanin ku sala 1983’an dema ku Kurdan û rejîma Saddam dest bi diyalogê kirin, dewleta Tirk yekser dest werda. Awirê dewleta Tirk timî li ser Başûr bû; nedixwest ku li wir rêveberî û statuyeke Kurdan ava bibe. Lê belê di salên 1991-92’an de dema ku dewleta Tirk di têkoşîna li hemberî PKK’ê de lawaz bû, ji neçarî destûr da ku li Başûr parlament ava bibe. Di vir de jî tenê şertek danî; ew jî şerê li dijî PKK’ê. Wê demê rêxistinên li Başûr ev qebûl kirin û bi vî rengî parlament ava kirin û rêveberiyeke Kurd ava bû. Yanî di nava bandor û hevsengiya ku PKK’ê afirand, Kurd bûn xwedî destketî. Ev yek tiştekî li pêş çavan e.
‘PKK’Ê HEBÛNA KURDAN MISOGER KIR’
Di heman demê de bingeha ku têkoşîna PKK’ê, ya rast têkoşîna Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê danî, bû zemîna destketiyên heyî yên li wê derê. Têkoşîna ku Rêber Apo li wir meşand ne ya înkarkirinê ye. Ji ber ku Rêbertî li wir gelekî hewl da.
Her wiha devera ku herî zêde divê li ser bê sekinandin, asta li Bakurê Kurdistanê ye. Bala xwe bidinê; li qada civakî û siyasî 30 sal in dewleta Tirk timî digire û mirovan diavêje zindanan. Heta niha 10 hezar mirovên me li zindanên dewleta Tirk e. Tevî ewqas zext û zilmê karîbû kesî teslîm bigire? Na.
Bi kurtasî di destketiyên gelê Kurd de rol û bandora PKK’ê gelekî zêde ye. Beriya her tiştî hebûna Kurdan misoger kiriye. Mîna ku dewleta Tirk niha dibêje, her kes PKK’î nîne, lê belê rastiyeke civakî heye ku xwedî li xwe û nasnameya xwe derdikeve. Ya esasî têkoşîna PKK’ê beriya her tiştî hebûna Kurdan misoger kir, şênber kir, stratejiya paşerojê ya li Kurdistanê xurt kir. Teorî, hişmendî û nêrîna civaka Kurd ava kir, li Kurdistanê ronesans çêkir, civaka Kurd bi temamî guhert, ji nû ve ava kir. Ev yek bi tena serê xwe destketiyeke mezine.”
‘REWŞA KRÎZÊ DEWAM DIKE, JI BER KU HÊZ DI POZÎSYONA ŞER DE YE’
Mijareke din ku Karayilan nirxand, sewqiyata leşkerî ya PDK’ê ber bi qadên gerîla bû. Karayilan got, “Di vê mijarê de beriya mehekê di bernameyekê de ku me bi we re çêkir, bang û daxuyaniyên pêwîst dabûn. Ew bangên me niha jî derbasdar in. Ji ber vê yekê naxwazim heman tiştî dubare bikim. 4’ê Mijdarê li Çêmankê bûyerek qewimî. Têkildarî wê bûyerê jî Fermandariya me ya Biryargeha Navendî daxuyaniya fermî da. Her wiha hevalên me yên endamên Fermandariya Biryargeha Navendî daxuyanî dan çapemeniyê. Ji wan cudatir tiştekî nabêjim. Tevlî daxuyaniyên Fermandariyê û hevalên me dibim.
Niha rewş hinekî bêdeng e, lê belê rewşa krîzê dewam dike. Ji ber ku hêz di pozîsyona şer de ne. Mijareke hesas e. Di her kêliyê de tiştên ku nayên xwestin dikarin rû bidin. Yanî ketina çeperê ya ewqas hêzan li hemberî hev -li hin deveran di nava hev de ne- xetereyekê jî bi xwe re tîne. Yanî ev rewş divê bi rê û rêbazekê bê çareserkirin. Eger neyê çareserkirin timî dibe sedema metirsî û rîskê.
‘EM TI CARÎ NAXWAZIN DI NAVBERA KURDAN DE ŞER RÛ BIDE’
Mîna ku me di daxuyaniyên beriya niha de jî gotibûn, em ti carî şerekî nava Kurdan naxwazin. Em alîgirê wê yekê ne ku pirsgirêk hemû bi diyalogê bên çareserkirin. Fikra me wiha ye û em di vê fikra xwe de israr dikin. Ji ber ku em zanin ku di vê dema dîrokî de rûdana şerekî navxweyî wê ji aliyê stratejîk ve bi gelê Kurd bide windakirin. Destketiyên hatine bidestxistin wê bikevin nava metirsiyê. Niha nîqaş li ser wê yekê tê kirin ku divê li herêmê cihê Kurdan ku der be. Ji xwe dewleta Tirk û gelek hêz dibêjin, ‘Kurd eşîr in, mafê wan nîne ku bibin milet û dewlet’. Eger şerekî navxweyî rû bide, wê vê fikra dewleta Tirk ispat bike; wê îmajeke bi vî rengî rû bide. Fêda vê yekê wê li kesî nebe. Lewma em li dijî vê ne. Naxwe em her roj li dijî dewleta Tirk şer dikin ku xwe ewqasî xurt dibîne. Di vir de ya girîng ew e ku weke siyaseta Kurd, pirsgirêkên me çi dibin bila bibin, em karibin pirsgirêkên xwe li gorî berjewendiyên neteweyî çareser bikin. Her kes bi vî rengî dike; em jî divê bi vî rengî bikin. Yanî divê em bi rêbaza leşkerî zextê li hev nekin, gefê li hev nexwin. Bi vî rengî nabe; nabe ku Kurdek li Kurdekî vê bike. Tiştekî rast nîne ku bi rengê leşkerî li ber hev rabin.
Em zanin ku rûdana şerekî navxweyî projeyeke dewleta Tirk e. Ew dixwazin ev bibe û ji bo vê jî gelekî hewl didin. Hin rewşenbîran daxuyanî dan û gotin, ‘kêfa dijmin nînin’. Tiştekî gelekî rast gotine.”
‘KNK’Ê Û YEKÎTIYA PARLAMENTERÊN KURDISTANÊ KAREKÎ SERKETÎ MEŞAND’
Karayilan di vê çarçoveyê de bal kişand ser komxebata KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê û got, “Ev komxebat bi rengekî onlîne hate kirin û hin biryar standin. Bêguman bi navê tevgera me wê Hevserokatiya KCK’ê daxuyaniyekê bide, helwesta tevgera me nîşan bide. Lê belê bi qasî ku me ji çapemeniyê şopand, biryarên ku di wê komxebatê de hatin wergirtin biryarên rast in. Yanî ew xusûs in ku mirov dikarin li ser rawestin. Ji bo me hemû madeyên wê dikarin bên nirxandin û bibin esas. Ji ber ku di nav de çareserî heye. Ji ber vê yekê jî ez KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê her wiha her kesên ku ev komxebat meşandin silav dikim. Karekî girîng kirin.”
Karayilan anî ziman ku ji helwesta giştî tê fêhmkirin ku gel, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermendên Kurd êdî rewşa metirsîdar dîtine, bi taybetî dibînin ku ev metirsî ji aliyê mêtingeriya Tirk ve hatiye afirandin, lewma hesasiyeteke ewqasî mezin nîşan didin.
‘JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIVÊ HER KES HEWL BIDE’
Karayilan got, “Bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê ji her kesî bêhtir zerar ji şerê navxweyî dîtiye. Ev jiya ye. Ji ber vê yekê helwesta civaka li Başûrê Kurdistanê ya li dijî şerê nava Kurdan zêdetir e. Civak alîgirê yekîtiya neteweyî ye. Ev jî bi rastî baweriyê dide mirovan. Di vê çarçoveyê de gelê me yê Başûrê Kurdistanê silav dikim; nêzîkatiya wan bi rêzdarî pêşwazî dikim. Sekna wan û peyamên wan ji bo me ya esasî ye. Weke rêxistin jî, weke şexs jî ti helwesteke me ya cudatir nîne. Îro gelê me giraniyê dide ser kîjan mijaran em jî bi rêzdarî nêzî wan dibin û di vê mijarê de ya pêwîst çi be em hewl didin bi vî rengî tevbigerin. Sekna me bi vî rengî ye. Lê belê di mijara yekîtiya neteweyî de divê her kes hewl bide.”
‘REJÎM HATIYE BER HILWEŞÎNÊ’
Karayilan destnîşan kir ku şerê wan ê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê gihîştiye asteke girîng û got, “Me berdêl dan, em didin, lê belê ev rejîma ku 18 sal in li dijî me şer dike, bi taybetî 6 salên dawî bi her rê û rêbazan tevdigere, hatiye ber têkçûnê. Li hemberî me nekarî bi ser bikeve, krîza li nava sîstemê kûr bû û niha gelekî lawaz bûne. Ji aliyê aborî, leşkerî, siyasî û civakî ve krîz giran bûye. Bi taybetî van 3-4 rojên dawî Tayyîp Erdogan û hin kesên li derdora wî qala reforman, mafên mirovan dikin. 18 sal in hûn li desthilatdariyê ne. Sixêf li nirxên Ewropayê dikirin, lê niha dibêjin ‘cihê me, berê me li Ewropayê ye’.
Tê fêhmkirin ku van heta niha xwe dispartin Trûmp. Trûmp jî di hilbijartinên Serokatiyê yên DYE’yê de têk çû. Ew jî lawaz bûne. Kesekî xwe bispêre nîne. Lewma ketine nava panîkê, yanî tirsiyan e. Tiştên ku heta niha digotin di nava 3-4 rojan de hemû guhertine. Bêguman sextekariyê dikin. Ev yek têkçûna wan e. Ji Ewropa û rêveberiya Bîden re dibêjin ’em ê teslîmî we bibin’. Yanî ala têkçûnê hildane. Ji civakê re jî dibêjin ’em ê reformê bikin’. Ev siyaseta qirkirinê bi berxwedanê, bi têkoşînê xitimî.”
‘DIVÊ PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ LI HER DEVERÊ BELAV BIBE’
Karayilan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sala 43’an a PKK’ê wê nebe saleke ji rêzê û got, “Divê gelê me bi vê baş zanibe û ji bo vê jî xwe hîn bêhtir bi rêxistin bike, hîn bi xurtî têbikoşe. Divê êdî tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Dawî li dîlgirtina Rêber Apo bê anîn. Li ser vê bingehê pêngava ku KCK’ê bi dirûşma ‘dem dema azadiyê ye’ ragihand, divê li her deverê belav bibe û bê xurtkirin. Kurdistanî, Tirkiyeyî û li her devera herêmê jin û ciwan û kedkar di vê mijarê de divê bi rengekî çalak tevbigerin. Eger li ser vê bingehê em têkoşînekê bimeşînin em ê êdî bi ser bikevin û rejîmê hilweşînin. Bêguman barê herî giran û rola herî mezin dikeve ser milê gerîla. Em bi vê zanin. Gerîla jî di vê çarçoveyê de di nava hewldanan de ye.”
Karayilan destnîşan kir ku sala 43’an a PKK’ê wê bibe sala xurtkirina têkoşînê û ji bo meşa encamgir, azadiya Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bibe saleke mezin a têkoşînê.
Li ser vê bingehê Karayilan serketin ji her hêzên têkoşer re xwest û salvegera damezrandina PKK’ê careke din li gelê Kurd û dostan pîroz kir.