BEHDÎNAN – Di 43’emîn salvegera PKK’ê de 43 Ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tevlî nava refên PKK’ê bûne. Di daxuyaniya xwe de gotin: “Dem dema azadîya Rêber APO ye, dem dema Gerîllabûnê ye. Dem dema tolhildanê ye. Wekî Ciwanên Kurd di 43’emîn salvegera PKK’ê de bang li hemû jinên ciwan û ciwanan dikin ku werin tevlî nava refên PKK’ê bibin.
Ciwanan di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha gotin:
“Em wek ciwanên ji Efrîn, Kobanê, Girêsipî, Serêkanîyê, Ciwanên Rojava bi hêrsek mezin beramber dûjmin û bi coşek mezin ji bo rizgarî û azadiyê tevlî PKK dibin. Ji ber pêvajo pir zelale nepêwîste em pir gotinan bêjin, erkê her ciwanek welatparêz di vê pêvajoyêda net û zelale û em jî bi erkê xwere radibin û tevlî PKK dibin û dibêjın kû hemû ciwanên kûrd tevlî PKK bibin. Ji ber kû welatême dibin dagirkerîyêdeye û her roj êrîş li ser tên kirin, ji berku zarokên kûrd tên kûştin, jinên kûrd tên tecawûzkirin, her roj gelême li Efrîn, Serêkanîyê tên revandin, heta darên me tên jêkirin. Wek tê zanîn dewlata tûrk ê dagirker bi armanca tûnekirina gelê kûrd ve êrîşê Heftanîn kir û ev 4 mehe li Heftanîn bênavber rihê berxwedanê bilind dibe, ev 4 mehe dewleta tirk a dagirker bi hemû hêza xweya NATO, teknîka xweya pêşketî êrîşê Heftanîn dike lê her roj gerîlla derbên mezin lê dide û ew artêşa xwe wek hêza tamamker pênasê dike şikestinek mezin li Heftanîn jiyan dike.
Dîsa ev 22 sale Serokê me di îmralî da tê girtin û ev salên dawî jî tecrîdek girankirî li ser Serok APO tê meşandin ev 22 sale Serok APO di Îmrali de bitena xwe ji bo hemû gelê kûrd û hemû mirovahî li berxwe dide. Em jî tevlî berxwedaniya Îmrali dibin, tevlî Serok APO dibin û bi tevlîbûna xwe dixwazin berxwedanîya li Heftanîn, berxwedanîya gelê Kurd li dijî xayînan û dijminan biserkeftinê ve tacîdar bikin û em bi wesîleya salvegera 43’emîn a PKK’ê ve bang dikin hemû Ciwanên Kurd, Ereb, Sûryan, Tirkmen berê xwe bidin refên azadîyê ê PKK, teqez serkeftin ya meye, werin em bihevre di dîroka serkeftinê de agirê rojê geş bikin, di nav refên PKK de cch ji hemû ciwanên xwedî rûmet, bişeref û welatparêzra heye û PKK tekane rêya bersiva rast a çawa bijîme, azadiyêye. Ger hebe jîyan bila azadîbe ,azadî bi tekoşîn dibe ,tekoşîn jî navê xwe PKK ye. Em hamleya KCK ya bi şîara dem dema azadîyêye silav dikin, di salvegera 43’emîn a PKK’ê de em jî wek Ciwanên Kurd dibêjin ku dem dema azadîya Rêber APO ye, dem dema Gerîllabûnê ye. Dem dema Tolhildanê ye.”