DIRBÊSIYÊ – Bi minasebeta 43’emîn salvegera damezrandina PKK’ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Dirbêsiyê şahiyek li dar xist.
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî û gel li Qada Şehîdan a bajêr kom bûn, al û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hildan.
Li wir ciwanan bi qîrîna dirûşmên ku partiyê silav dikin agirê azadiyê pêxistin. Şahî bi gerandina govendê û Stranên Şoreşgerî bi dawî bû.