NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo 43’emîn salvegera damezrandina PKK’ê Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê nerînên xwe ji Ajansa me re parvekirin û dan diyarkirin ku: “Dibin fikir û felsefeya Rêber APO de jiyaneke azad jiyan bikin. Werin bi yek destî em li hember dagirkerî şer bikin û jiyaneke azad bi hev re jiyan bikin”.
Gerîlaya Jin Endama (YJCR) Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojhilat Sîrwan Qendîl di derbarê salvegera 43’emîn a damezrandina PKK’ê de nerînên xwe ji Ajansa me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir û got; “Di destpêkê de 43’emîn demzrandina PKK’ê li Serok APO, li hemû Şehîdan, li hemû hevalên ku di riya Azadî de tekoşîn dikin, berxwedidin li hember dagirkerî şer dikin pîroz dikim. Wek ku tê zanîn 22 sale Rêber Ocalan di zindan de ye, dibin tecrîdê deye, her roj tund û tujî li ser tê kirin. Ji ber ku ji fikir û ramanên Serokatî ditirsin ji ber wê nahêlin fikrê Serokatî belav bibê. Ji ber ew tirsê tecrîdê li ser Serokatî dikin, ew tecrîdê ser Serokatî li ser tevahî gelan e, tenê li ser Serokatî nîne. Ji ber wê Serokatî fikrekî netewiye, fikrekî tekekesî nîne, ew fikrê Serokatî PKK’ê ye yanî berhemê fikrê Serokatî Partiya Karkerên Kurdistan e.
“PKK’ê tevgereke netewiye, ruhekî netewiye”
Di destpêka avakirina PKK’ê de heval Sara xeta Azadî, xeta Rast, xeta rastî a jina Kurd temsîl kir. Ew xeta xwe gihand Azadî heval Sara bû. Heger ku îro bi hezaran Jin berê xwe didin çiyayên azad ev yek bi saya xeta heval Sara bû, bi pêşengtiya Heval Sara bû. heger îro Ciwan berê xwe didin kolana li hemberî dagirkerî helwesta xwe didin nîşan dan, heger îro li dijî faşîzm slogan tavêjin dibêjin faşîzm bibin kevê ew jî îro bi saya keda PKK’ê ku daye, keda ku Serokatî daye, heger îro rol û misyona jin li Kurdistan derketiye ew jî bi saya keda PKK’ê ye.
PKK’ê tevgereke netewiye, ruhekî netewiye. Heger Îxanet li kur hebe, dagirkerî li kur hebe, PKK’ê li wir li hember wê şer dike. Ji bo wê PKK’ê fikir û ramaneke ji bo Jin, ji ber wê heger îro Jineke Ciwan li Çiyayên Kurdistanê, di dest wê de sîlah e, îro şerdikin li hember dagirkerî ew jî bi saya PKK’ê ye. Wek ku tê zanîn li Rojhilatê Kurdistan her roj dagirkeriya îran bi palanên qirêj li ser ciwanan û bi taybet li ser Jinên Ciwan pêk tîne.
Rihekî yekîtî di nav Jinên Ciwan de ên Rojhilat de heye, pêwîste ew rihê yekîtî derxin, êdî dem dema Azadiyê ye, dem dema azadiya jin e. Pêwîst e jin berê xwe bidin çiyayên Azadiya Kurdistan, bi fikrê Serokatî xwe perwerde bikin. Bangewaziya min ji bo tevahî çar parçê Kurdistan Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat û bi taybet ji bo jinên ciwan heye ku berê xwe bidin çiyayên azadiya kurdistan û êdî serî rakin da ku van sînoran bişkînin û jiyanekî azad ji bo jinan misoger bikin”.
Gerîlayê Endamê KCR’ê Karwan Başûr jî wiha got: “Di serî de salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê li Serok APO, li hemû Şehîdên Şoreşê, li gelê me yê Welatparêz, li hemû hevalên ku di çeperên Şer de li hember dagirkerî berxwedan dikin û li hemû hevalên ku di zindanên dagirkeran de berxwedan dikin pîroz dikin.
salvegera avakirina Partiya Karkerên Kurdistan ji bo me wekî cejineke vejînê ye. Weke vejînekê ye ji bo hemû gelan û bi taybetî gelê Kurd, ji ber ku PKK’ê bi nasnameya xwe li hember dagirkeran serîhildan e. Gelê Kurd bi saya avakirina Partiya Karkerên Kurdistan ku bi fikir û felsefê Serok APO heya îro berdewam dike, 43’ê sal derbas bû di nav tekoşîn û xebat deye, xebat dike ji bo azadiya gelê Kurdistan. Di heman demê de avabûna Partiya Karkerên Kurdistan di serî de ji bo Kurdistan û ji bo tirkiyayekî demokratîk, Îranekî demokratîk, Îraqekî demokratîk û Sûriyayekî demokratîk û bi giştî herêmên Rojhilata Navîn wek sîstemeke Demokratîk û ji bindestiyê dûr be, sîstemekî wekhev û azadiya jin tê de ku her kes dibin wê sîstemê de bi fikir û felsefê Rêber APO, bi fikir û felsefeyekî azad jiyan bikin.
“Partiya Karkerên Kurdistan Partiya Jin e”
Hedef û Armanca Partiya Karkerên Kurdistanê azadbûna insaniyete, azadîbûyina jin e. Wek Rêber APO dibêjê Partiya Karkerên Kurdistan Partiya Jin e. Li ser wî esasî hemû hedef û armacê ku PKK’ê daye pêşiya xwe hetanî roja îro bi hemû hêz, bi hemû baweriyek, bi hemû îradeyek, dibin fikir û felsefeya Rêber APO de jiyaneke azad jiyan bikin.
Îxanetkarên Kurd wekî partiya demokratîk a Kurdistan (PDK) ku bi dewleta dagirker a tirk re bûye yek û dijî azadiya kurdistan, dijî azadî û serxwebûna insan, dijî azadiya jin şer dikin li ser wî esasî dest nadin Partiya Karkerên Kurdistanê.
Partiya karkerên Kurdistan ne tenê hêzekî fîzîkiye, hêzekî fikriye, hêzekî ruhiye, hêzekî îradeye û hemû cîhan îro Partiya Karkerên Kurdistan nasdikin û her kes dizanê ku Partiya Karkerên Kurdistan ne terorîste, her kes dizanê ku hedef û armancê Partiya Karkerên Kurdistan çiye, Partiya Karkerên Kurdistan hedef û armancê wê azadiye, Jiyanekî Komînale, jiyaneke wekhev e. Li ser wî esasî Partiya Karkerên Kurdistan li ser esasê fikrekî azad, fikrekî jineke azad avabûye. Ji bo tolhildana Heqî Kerar Rêber APO biryar da ku Partiya Karkerên Kurdistan avabikê, heval Heqî Kerar hevalekî me yê Turk bû, ne Kurd bû lê belê ji bo gelê Kurd canê xwe feda kir, ji bo Kurdîtî hemû fikir û felsefeya xwe kir yek, ji ber ku heval Hakî dizanîbû heta ku Kurd azad nebin, tirk jî nikarin azad bibin li ser wî esasî li cem Rêber APO dest bi xebat kir, ji bo wê Rêber APO gotibû ku “Rihê min ê veşartî Heqî Kerare” û li ser wî esasî Partiya Karkerên Kurdistan avakir.
“Werin bi yek destî em li hember dagirkerî şer bikin”
Di rojên îro de em dibînin ku xiyanetkarên Kurd weke PDK dijî ew fikir û felsefe bi dagirkeriya tirkiya re, hevpeymana çêdikê. Di roja îro de ew hikumeta ku bi navê partiya Kurd hatiye avakirin îro sedeme ku şerê birakujiyê pêşxistiye. Ji bo wê bangî hemû gelê Kurd dikim bi taybet gelê Başûrê Kurdistan, ciwanên Başûrê Kurdistan helwestê xwe zêdetir bi hêztir bikin, werin ser Çiyayên Azad ên Kurdistanê li hemberî dewleta dagirker şerbikin û bighên azadiya Kurd û Kurdistan.
Banga min ji bo Ciwanan bi taybet Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistan werin beşdarî refên Gerîla bibin, werin e ser çiyayên azad, werin bi yek destî em li hember dagirkerî şer bikin. werin jiyanekî azad hilbijêrin.