NAVENDA NÛÇEYAN – 43 hunermendên ku bi organîzeya Med Muzîk TV hatin cem hev ji bo salvegera 42’an a PKK’ê sirûdek hazir kirin. Gotin û muzîka sirûdê ya Hozan Emekçî ye û cara pêşî ji hêla Emekçî ve hatiye standine û ev sirûd di albûma ”Heke Gerîla Nebûna” de, 2002’an cih girtibû.
Bi çarçoweya projeyê muzîka sirûdê dîsa hate danîn. Xebatê nêzî mehekê domand û ji Kurdistanê û Ewropayê gelek hunermen tevlê bûn. Ji bo klîbek hate hazirkirin ku tê de vîdeoya hemû stranbêjan heye. Klîb îro li Med Muzîk TV û platformên din ên dijîtal ên muzîkê de weşiya.
ÊN KU DI NAV PROJEYÊ DE CIH GIRTIN
Gotin û Muzîk: Emekçî
Şîrove û Vokal:
Nesrîn Botan, Denîz Deman, Simeya Mihemed, Xelîl Xemgîn, Nûarin, Emekçî, Hozan Comerd, Hozan Aydın, Hekîm Sefkan, Serhat Çarnewa, Bengî Agirî, Seyidxan,
Şiyar Munzur, Zozan Zûdem, Bûlent Turan, Xanemîr, Memo Gûl, Rozerîn Ibrahim, Binevş, Jiyan Osman, Mazlûm Gûl, Caziya, Tîtale Feyzo, Hûner Ayzon, Eser Gûl, Serhad Med, Zahir Loran, Alî Îkîzer, Nûdem, Nashwan Stran
Aranje: M.Berazî – Tomarkirin: Mazlûm Rewşen, Merdan Zirav, Kawa Rojava, Hûnergeha Welat – Mîx: Mazlûm Rewşen – Masterîng: Topaz – Koordînator: Memo Gûl, E.Çelîk -Kamera: MED, Gorse, Şerîf, Diyar – Montaj û Edît: Ersîn Çelik, Tarık Demir – Çêker: Med Muzîk TV
MARŞA PARTÎ
Serokê gel go bimeşin
De ar dikin derd û êş in
Serok Apo go bimeşin
Derman bikin derd û êş in
Ala Kurdistan bilind kin
Her der bibe kesk sor zêrin
Ala Kurdistan bilind kin
Her der bibe kesk sor zêrin
Keç û xortên hemi li ser xwe
Dijiminê Kurdan dane ber xwe
Lêxe ji welat be derxe
Her bijî azadiyê Her bijî azadiyê
Partiya…
Partiya…
Partiya Karkerên Kurdistan
Hêyfa Kurd ji dijmin distand
Partiya Karkerên Kurdistan
Navê xwe li dinê bû destan
Partiya Karkerên Kurdistan
Gerîla rabû ji welat
Bo gelê Kurd rojek hilat
Welatparêz cihê xwe girtin
Bêxîretan welat firot
Xemilandin serê çiyan
Dengê xwe çû bajar û çiyan
Bi xwîna xwe vejand jiyan
Her bijî azadî, Her bijî azadî,
Her bijî azadiyê, Her bijî azadiyê