HELEB
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê bi vê minasebetê li taxa Şêx Meqsûd şahiyek li dar xistin.
Bi dehan ciwan û malbat kom bûn û agir vêxistin û li derdora agir govend gerandin. Bi stranên Şoreşgerî û dirûşmeyan şahiya xwe bi dawî kirin.
QAMİŞLO
Ciwan û Şêniyê taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bi şahiyekê 43’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin, agir pê xistin û bê navber diruşmeyên silavkirina partiyê gotin. Pişt re bi gerandina govendê şahî bi dawî bû.
DÊRIK
Şahî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer hate lidarxistin. Bi hezaran şêniyên Dêrikê, Berav û herêma Koçerat beşdar şahiyê bûn. Navend bi wêneyên rêberê Gelan Abdullah Ocalan, damezrînerên tevgerê, al û sembolên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, YPG, YPJ û QSD’ê hat xemilandin.
Şahî bi gerandina xelkên govendê bi dawî bû.
TIL TEMIR
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan 43’emîn salvegera damezrandina PKK pîroz kirin.
MINBIC
Hejmarek ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî li Minbicê kêfxweşiya xwe bi salvegera 43’emîn a damezrandina PKK’ê bi hewayi fîşek pîroz kirin.