ŞENGAL – Endamên Yekîtiya Ciwanên Êzîdî di derbarê hevpeymanên ku ji aliyê Artêşa Iraqê û Pêşmergeyê PDK’ê ve ji bo dagirkirina Şengalê tê kirin, nerînên xwe ji ajansa me re parvekirin û gotin: “Em hemû li vir hazirin, em heya dawî jî li berxwebidin û Şerbikin. Em naxwazin artêşa Iraqê û pêşmerge vegerê nav Şengalê, hêza me heye em xwe biparêzin”.
Ciwanê bi navê Îyad Xeyrî wiha dest bi axaftina xwe kir û got: “Em wek Yekîtiya Ciwanên Êzîdî, salvegera PKK’ê pîroz dikin. Wek ku Ciwanên Şengalê ev çiyayê me yê pîroz. Sedan sala gelê me yê Êzîdî li vir berxwedan kiriye. Dewleta Iraqê û artêşên din, dixwazin derbasî çimêra bibin, yan jî dixwazin çilmêra ji destê me bigrin.
dixwazin vî çiyayê pîroz ji dest me derxin, em wek Ciwanên Êzîdî naxwzin kes bikevê vî çiyayi de. Di 03-08-2014’an de hemû artêşên Iraqê û yên pêşmerge jî ev çiya berdan û gelê me yê Êzîdî di nav destê DAIŞ de hiştin û li pêş çavê me reviyan. Em naxwazin dubare jî bêjin, wek artêşa Iraqê û pêşmerge jî vegerê nav Şengalê.
Em wek Ciwanên Êzîdî, YBŞ/YJŞ û Asayişa em hemû li vir hazirin, em heya dawî jî li berxwebidin û Şerbikin.
Di heman demê de Salim Dawûd jî wiha got: ” Di dest pêkê de salvegera avabûna PKK’ê pîroz dikim. heya dilopek xwîn di laşê me de heye em çilmêra nadin. Pêşmergeyên PDK’ê dibêjin em bên e Şengal, heger em neyên Şengal ne bi ewleye. Em ji wan re dibêjin Şengal bi ewleya û gelê wê bixwe xwe birêvedibê, em ne muhtajî wê ne. Hêza me heye, fikrê me heye, pêşeroja gelê me em Ciwanin û em Ciwan jî heya dilopek xwîn di canê em de heye em fedayi gelê xwe ne, ji bo axa xwe, ji bo Rêber APO.
12 Hezar pêşmerge hebû ji vir reviyan dema Şer de û firotin. Yên ku bi fikrê Rêber APO hatin û me xilaskirin ji fermana.