KASSEL – Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Gel a Kasselê saet di 17:00 de li pêşiya HBF’ê meşek hate lidarxistin.
Beriya meşê di axaftinan de qedexeya li ser PKK’ê ya 27 sal in dewam dike hate şermezarkirin. Qisekeran sala 43’an a têkoşînê ya PKK’ê jî silav kirin.
Di çaakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TCŞ û YPG’ê hatin hildan, her wiha posterên ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan û Zîlan (Zeynep Kinaci) hatin hildan.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî PKK”, “Bijî Serok Apo”, “Sara, Rojbîn, Ronahî – Jin, jiyan, azadî” û “Ciwan fedayiyên Apo ne” hatin qîrîn. Meşê heta Konîgsplatzê dewam kir. Piştre jî mîtîngek hate lidarxistin.
Çalakî bi qîrîna dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.