NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyek nivîskî bîlançoya çalakiyên di meha Mijdarê de lidar xistîn eşkere kir.
Daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir wiha ye;
YÊN KU NIKARÎBÛN ÇIRÛSKA TOLHILDANÊ VEMÎRÎNIN NIKARIN AGIRÊ AZADIYÊ ZEVT BIKIN
“Li hemberî ew dagirkerên zalim ku rêbazên herî dijî mirovî li ser Kurdan pêk tînin, bi şewata agirê
azadiyê me bersiv da. Kurd ev hezaran sale bi goşt û nênûk, bi keviran bi berxwedanê hebûna xwe
parastin.
Yên zimanê qedexe dikin em nasnakin. Yên ku welatê me dagirkirine em efû nakin. Di
bajarên we de em nabejin biçuk mezin ji bo tolhildanê çi pêwîst dike em wê dikin. Em bi kêran
lastîkên erebeyên wan di qelişînin, bi keviran camên malên wan dişkînin. Yên haqaret li kurdan dikin
bi çovan em serê wan dixin, ji bo aramiya wan xerabibe em keviran datînin li ser rêkên wan. Bi çirîsîna
çaqmaqekê em fabrîqeyên wan, kargehên wan, yên piştgirî didin artêşa terorîst ya tirkan tol hildigrin.
Her kurdeke dibe şahidê vê komkujiyê berpirsyariyên xwe hene.
Dijmin bi gotinên derew, qaşo bi reforman bi dirûşmên biratiyê çok danayne. Yên ku gund û bajarên me bombedikin, goristanên me dişkînin, ev dijminê wisa hov ku ji hestiyên şehîdên me re jî hurmeta xwe nîne, dema can, mal û milkên wan dikeve ber agirê azadiyê dê zanibin ku roja tolhildanê hatiye. Înîsîyatîfa zarokên agir di
bajar, fabrîqe, di çiya û daristan, di erebe û kargehên wan de agirê azadiyê yê nayê vemirandin e. Her
kurdeke xwedî şeref û rûmet her tişteke tirkan bidin ber agirê azadiyê û vî agirî geş bikin. Di meha
cotmehê de gelek deverên tirkiyê, kargeh, depo, fabrîqeyên sîlehan, mekanên tûristîk her wiha
erebeyên wan me kirin xwelî. Tu jî kibrîtekê, çaqmaqekê pêxe, agirê azadiyê bilind bike. Yên ku
nekarîbûn çîrûska tolhildanê vemirînin nikarin agirê azadiyê zevt bikin.
BÎLANÇOYA VÊ MEHÊ GIŞTÎ WISA YE
17 FABRÎQE
26 MAL
65 EREBE
12 KARGEH
18 DEPO
5 SEFÎNE
2 NEXWEŞXANE
2 QADÊN ESKERÎ
2 TRAFO
1 NAVENDA ÇAND Û HUNER
1 QADA ŞANTIYE
BI TEVAHÎ LI 120 CIHÊN CUDA ŞEWITANDIN PÊK HATINE