NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand ku yekîneyên wan li navçeya Menemenê ya Îzmîrê bi çawçoweya pêngava, ”Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi cih bînin” çalakî kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin yekîneyên wan 30’ê Mijdarê li dijî depoya şîrketa Metasûyê ku bi şaredariyê re bi hevkarî dixebite çalakî kirine, şîrketa li ser navê Serdar Aksoy keda bi hezaran karker dixwe, bi rejîma faşîst re bi hevkarî tevdigere û hate diyarkirin restoran, otel û navendên kar ên şîrketê hene.
Her wiha hate diyarkirin di encama çalakiyê de ziyaneke mezin gihaştiye ser mekîneya kar û otobosê. HBDH’ê diyar kir li dijî destekvanên rejîma faşîst wê çalakiyên wan bidomin.