QAMIŞLO – Jinên ciwan ên Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava ya li Bajarê Qamişlo navên jinên hatine qetilkirin li hin cihan daliqandin û bal kişandin ser kuştin, tundî, tacîz û destavêtina li ser jinan.
Xwendekarên ciwan ên zanîngehê, wekî xwendekarên beşa Jineolojiyê, navên jinên ku rastî şîdetê hatin e û bi tacîz û destavêtinê hatin e qetilkirin, li dîwarên fakulteyên xwe, bal kişandin ser zihniyeta zilamsalarî ya ku li ser jinan tê ferz kirin.