SILÊMANIYÊ – Yekemîn pêşbirka wêjeyî ya Jinên Ciwan ên Têkoşer a herêma Raperîn bi dawî bû. 23 jinên jinên ciwan tevlî bûn.
Yekemîn pêşbirka wêjeyî ya Jinên Ciwan ên Têkoşer a herêma Raperîn ya çîrok û helbestan bi dawî bû. Pêşbirk di 1’ê Mijdarê de hatibû destpê kirin. 23 ciwanên Binarê Qendîl, Qeladiz û Ranya tevlî pêşbirkê bûn. Li bajaroka Ranya bi merasîmekê xelatên jinên yekem hatin dayin. Malbatên şehîdan û gelek welatî tevlî merasîmê bûn.
Merasîma Yekemîn pêşbirka wêjeyê ya Jinên Ciwan ên Têkoşer a herêma Raperîn ku ji bo bîranînê şehîdên jin ên herêma Raperîn hatibû lidarxistin bi qedeyek rêzgirtina ji bo şehîdên destpê kir.
Di merasîmê de li ser Rêxistina Ciwanên Têkoşer Dîlan Luqman axivî û got; “Ev pêşbirka me ji beşek ji hişyarina civak û jinane. Me ev pêşbirk ji bo bîranîna şehîdên jin yên herêma raperîn lidarxist. Ji ber ku şehîdan ji çarenivîsa heyî re gotin na û rastiya jiyanê nişanî me dan. Li vir her nivîs, helbest û gotar ji bo derxistina qabiliyeta jinên ciwan ên herêma Raperîne. Em armanc dikin ku çalakiyên me yen wiha yên di warê nivîs, wêje û zimanê Kurdî hîn zêdetir pêş bixîn. Jinên ciwan hest û fikrên xwe bi awayê wêje diyar bikin.”
Piştre jî li ser nave Komîteya Amadekar Mamosta Sazan axivî û diyar kir ku xebatên bi vî rengî yên wêjeyî yên ji bo jinên ciwan gelek girînge.
Di pêşbirkê de jinên tevlî pêşbirkê bûne berhemên xwe xwendin. Piştre jî xelatên jinên bûne yekemîn û duyemîn ji aliyê dayikên şehîdan ve hatin dayîn.
Di beşa çîrokan de Niwar Kawa Ehmed bû yekemîn, Sarya Hisinê bû duyemîn. Di beşa meqaleyê de Ajîn Abdullah bû yekemîn û Jilwan Ziyan bû duyemîn. Di beşa helbestan de Elin Mihemed bû duyemîn û Zara Ehmed Caf bû yekemîn.
Herwiha Komîteya Amadekar spasname pêşkêşî hemû kesên tevlî pêşbirkê bûne kir.
Li ser şehîdên jin ên herêma Raperîn sînevîzyonek hate pêşandan.