BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da: “28’ê Îlona 2020’ê artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi balafirên şer herêmên Şehîd Zelal, qontara Herekol û Deriyê Dogana yên girêdayî Herkekolê bi dijwarî bombe kir û şûnde leşker danî herêmê û dest bi operasyonê kiribûn. Di encam bomberdûman û şerê qewimî de hevrêyên me Denîz, Hêvîdar, Karker, Mahsûm û Zinar şehîd bûn. Nasnameya hevêr Zinar wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Denîz Pîr Nav û Paşnav: Ayşe Tûrgût Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik-Bav: Lutfiye – Edîp Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herekol -28’ê Îlona 2020 |
Nasnav: Hêvîdar Erîş Nav û Paşnav: Rojda Hemo Cihê Jidayikbûnê: Kobanê Navê Dayik-Bav: Naîle – Xelîl Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herekol -28’ê Îlona 2020 |
Nasnav: Kedkar Bagok Nav û Paşnav: Robîn Bakır Cihê Jidayikbûnê: Edene Navê Dayik-Bav: Rabîa – Nûsret Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herekol -28’ê Îlona 2020 |
Nasnav: Mahsûm Welat Nav û Paşnav: Abdullah Koçak Cihê Jidayikbûnê: Sêrt Navê Dayik-Bav: Meryem – Mehmet Alî Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herekol -28’ê Îlona 2020 |
HÊ DI TEMENÊ BIÇÛK DE HESKIRINA DENÎZ JI BO PKK’Ê ÇÊDIBE
Hevêrya me Deniz di sala 1999’î de di nava malbatekî welatparêz de li Colemêrgê tê dinê. Ji ber tevlîbûna xizmên nêzîk ya nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dike ku hevê Denîz hê di temenê biçûk de heskirina wî ya ji bo PKK’ê çêbibe. Hevrê Denîz ê demekê di nava xebatên ciwanan de kar kir, di serî der Rêber apo û pêşnegên Şoreşa Tirkiyeyê nas kir ji vê yekê pir bandor dibe.
Hevrê Denîz di sala 2007-2008’an di demekê de ku êrîşê tesfiye û propagandayên ku tevgera me tine bike dikirin, tevlî nava refên gerîla bûye. Hevrê Denîz ji roja tevlî tevgerê dibe li ser bingehê îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo xwe kûr dike, her ku Rêber Apo nas dike û fêm dike kesayeta xwe pêş dixe.
Hevrê Denîz a li gelek qadên cuda yên Kurdistanê têkoşîn kir, xeyela wê ya mezin ew bû ku li Dersimê gerîlatiyê bike. Lê li ser pêwîstiyê xebata wê zêdetir li Botanê bû, weke milîtanekê pêşeng tevlî xebatên şoreşgeriyê bûye. Hevrê Botan bi têkoşîna xwe ya li Botanê bûye yek ji pêşengên jin ên Botanê.
HEVRÊ HÊVÎDAR JI BOTANÊ TEVLÎ GERÎLA BÛ
Hevrêya me Hêvîdar li Kobanê ya weke ‘Bajarê Jinê’ tê nasîn di nava malbateke welatparêz de tê dinê. Ji ber malbat welatparêz e, hê ji temenê biçûk Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Bi şoreşa Roajva re hê zêdetir Rêber Apo û PKK’ê nas dike û tevlî gerîla dibe.
Yek ji xeyalê mezin a hevrêya me Hêvîdar ew bû ku weke gerîlayeke jin a Kobanê bi gelê Bakurê Kurdistanê yê welatparêz re bibe yek, li ser vî bingehî xwe pêş xistiye, erk û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih aniye.
HEVRÊ KARKER YEK JI KESÊN LI DIJÎ PÊKANÎN Û ÎNKARÊ BERDÊLÊN MEZIN DAYÎN
Hevrê Karker ê bi eslê xwe ji Mêrdînê ye di nava malbatekî berxwedêr û welatparêz de tê dinê. Hevêr karker yek ji malbtên ku li dijî pêkanîn û înkarê berdêlên mezin dane. Hevrê Karker tevî ku li metrepolên Tirkiyeyê mezin bûye jî, lê dev ji çanda xwe ya berxwedanê û azadiya gelê Kurd bernedaye. Hevrê Karker ên li gelek qadên cuda yên Kurdistanê bi erka xwe rabû, ji bo li eniyên berxwedanê yên Bakurê Kurdistanê cih bigire kedên mezin dane. Hevrê Karker di meşa şoreşa destanî de her kêlî bi berxwedana xwe û keda dayî rastiya milîtaniya fedayî ya Apogerî derxistiye holê û bûye semolek.
HEVRÊ MAHSÛM ÇAVKANIYA DILNIZMÎ, KED Û MORAL BÛ
Hevrê Mahsûm jî li nava malbateke welatparêz a Sêrtê hatiye dinê. Hevrê Mûhsîn bi çand û berxwedan Botanê mezin bûye. Hevrê Mahsûm gihişte wê yekê ku eger wê têkoşîna azadiya gelê Kurd bi berxwedana gerîla bigihêje serketinê. Ji bo wê berê xwe da nava refên gerîla. Hevrê Mahsûm di nava hevrêyên xwe de tim bûye çavkaniya dilnizmî, ked û moralê. Hevrê Mahsûm ê li qadên cuda gerîlatî kir her demê erka xwe bi serketî bicih aniye, gotin û pratîk yek bû. Şêwaz û kesayetiya milîtanî ya Apoyî ya hevrê Mahsûm wê perspektîfa têkoşîna me ya diçe serketinê be.
Di serî de ji malbatên hevrêyên xwe û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwaizn , soz didin ku wê hesreta hevrêyên me di têkoşînê de bijîn.”