AMED – Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li girtîgehan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê li Amedê çalakiyek hate lidarxistin.
Meclîsa Ciwana a Kayapinarê ya HDP’ê li Amedê bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Tecrîd sûcê mirovayetiyê ye’ û ‘Hezar silav ji rêhevalên li zindanan li ber xwe didin’ meşek hate lidarxistin.