BEHDİNAN – Hevalê dilsoz a çiyayan , Ş. Xelîl Dağ dibêje: “Rê yekem cîh e ku me dest pê kir xwe û hev nas bikin. Bes em biryar bidin ku carekê bimeşin, carekê wê gava yekem bavêjin. Bes biwêrin carek li wê rê mêze bikin. Em xeyal bikin ku em ji wî cîhê ku em lê girtî bûn terk bikin. Cerekê kêlecanê dîtin û gerandin bikeve dilê me. Em biryar didin ku em, xwe bigerin û em derkevin rê. ”
Erê, zehmete mirov behsa Gerilla û çiya bike. Pêdivî ye ku meriv pê keniya rêhevalê, kelecanê dîtina tiştek din her gavê de dema ku li ser rêyekê dimeşe, kêfxweşî û westîna dilşewat a temamkirina peywira li dawiya rê, xweşikbûn û xemgîniya her demsalê. Tevî ku hevokên me ji bo çiyayên me û rêhevalên me kêm in jî, jiyana me li wir û bi wan re temam dibe. Erê, tenê em biwêrin carek li rê mêze bikin.
Gerîlayên sedsala 21’an qala jiyan, xweza, parvekirin û Nimûneya nû ya mirovahiyê dikin, dosyayê me yê ku bi sernivîsa ”Sedsala 21’an de Nimûneya Mirovahiyê: Gerîla” me amedekirye beşa sêyemîn ji were parvedikin;