BEHDÎNAN – Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand balafirên şer ên Tirk 28’ê Mijdarê, 1 û 3’ê Kanûnê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
HPG’ê ev agahî parve kir: “Êrîşên balafirên şer ên Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, di vê çarçoveyê de;
28’ê Mijdarê balafiran bombe li devera Şehîd Rustem a Herêma Zapê barandin.
1’ê Kanûnê balafirên şer du cara bombe li devera Werxelê ya herêma Zapê barandin.
3’yê Kanûnê saet di navbera 12:00-14:05’an balafirên şer 15 caran bombe li devera Werxelê barandin.
Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevalên me nehatiye.”