19’ê Adar’ê-Gulan 1995:
Artêşa TC’yê piştî 19’ê Adarê bi navê “Operasyona Çelîk” li dijî qadên çiyayî yên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê êrîşêkî berfireh meşand. Ev cih, qadên bingehîn ên gerîla bûn. Êrîş bi du qonaxan hate meşandin. Di qonaxa ewil de êrîş birin ser qadên Heftanîn, Metîna û Xakurkê. Di qonaxa duyemîn de jî êrîşê qadên Zap û Avaşînê kirin. Qasî du meh û nîv li van qadan pêvçûnên giran çêbûn. Di astekê de derb li artêşa TC’yê hate xistin. Lê derbeya heyî ne di asta xwesteka Rêber Apo de çêbû, ne jî di asta propagandaya artêşa TC’yê de windahiyên gerîla çêbibûn. Wekî Bakur rewşekî bi pêvçûn pêşket.
30’ê Adarê 1995:
Televîzyona ewil a Kurd Med-TV li Brûkselê dest bi weşana xwe kir. Heya 22’yê Adarê 1999’an weşana xwe bê navber domand. Rêber Abdulah Ocalan di perwerde û araste kirinê de televîzyonê bi awayekî bandor bikaranî.
12’ê Nîsanê 1995:
Bi navê “Parlamentoya Kurdistanê ya Derveyî Welat-PKDW” li sirgûnê Parlamentoya Kurdistanê ya Ewropayê hate îlan kirin. Di Parlamentoyê de Kurdên siyasetmedar û rewşenbîrên li sirgûnê cih girtin. Ji bo neyên girtin wekilên DEP’ê yên derketibûn derveyî welat di vî karî de roleke çalak lîst in.
26’ê Tebax-3’yê Kanûnê 1995:
11’ê Tîrmehê PDK û YNK di bin kontrola ABD û TC’ yê de li Dublîn, Paytexta Îrlandayê kombûn û peymanek mohr kirin. Esasê peymanê ser dijîtiya PKK’yê bû. Herçiqas Rêber Abdulah Ocalan hişyar jî kiribe li gorî wê tevgerandin çênebû. Ji bo xirakirina vê pêymanê, tola êrîş û xiyaneta Cotmeha 1992’an girtin û li Behdînanê ji bo afirandina herêmêkê rizgarkirî, piştî 26’ê Tebaxê heya 3’yê Kanûnê li dijî PDK´ê têkoşîneke çekdarî hate meşandin. Ji vî re gotin “Şerê Başûr a Duyemîn.” Şer nêzîkê sê meh û nîv berdewam kir. Asta şer carnan bilind dibû, carnan jî dadiket. Carnan PKK bi bandor bû û Bamernê’yê xiste dest. Carnan jî PDK bi bandor bû, li Metîna û Avaşînê di asteke de derb li gerîla da. Di encamê de peymana Dublînê xirab bû û ji PDK´ê heya radeyekê hesaba 1992’yan hate pirsîn, lê derveyî saxlemkirina eniyên gerîla herêmekî rizgarkirî nehate bi dest xistin. 3’yê Kanûnê bi îlana agirbesta Rêber Apo pêvçûn xilas bûn. Pişt re agirbesta heyî TC’yê jî girte nava xwe, bi vî awayî agirbest veguherî agirbesta duyemîn a giştî. Civîna Komîteya Navendî ya PKK´ê meha Kanûnê li Zap-Şîvê hate kirin. Encam ji hêla vê civînê ve hate nirxandin.
23’yê Nîsanê 1996:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê û Fermandarê Eyaleta Amedê Rêheval Cemal(Mahmut Gûl), di pêvçûna dijmin de li Amedê şehîd ket.
1-15’ê Gulanê 1996:
Konferansa 4’emîn a PKK´ê bi navê “Konferansa Rojhilata Navîn” li Dibistana Navendî ya Partiyê hate kirin. Pêvajoya têkoşîna dijwar a sala 1995’an nirxand û ji van dersên pratîkî derxist. Di heman demê de plana têkoşîna sala nû jî kir. Dema konferans berdewam dikir, di 6´ê Gulanê de êrîşê leşkerî yê dijmina qirker-faşîst pêkhat.
6’ê Gulanê 1996:
Kontrgerîlayê Tirk li dijî Rêber Abdulah Ocalan û Konferansa 4’emîn a li Dibistana Navendî ya Partiyê dihate lidarxistin êrîşê sabotajê kir. Otobûseke biçûk bi pênc sed kg teqemeniyê ve ji Wêranşarê di bin Şamê, li nêzîkê Dibistana Navendî ya Partiyê diteqînin. Teqîn, li ser Rêber Abdulah Ocalan zêde bandor nekir, lê li mektebê hin texrîbat çêbûn. Rêber Abdulah Ocalan, girêdayê bûyerê, di nirxandinên kirî de bal kişand ser nakokiya Tansu Çîler û Mesût Yilmaz, bi taybetî bal kişand ser dîroka 6’ê Gulanê; roja darvekirina Denîz û hevalên wî. Dewleta TC’yê ji agirbestê re wiha bersiv dabû. Ji ber vê yekê agirbest jî xilas bû.
…Gulan 1996:
Di dawiya meha Gulanê de li Biryargeha Navendî bi navê “Civîna 1’emîn a Konseya Leşkerî” civîna fermandarîyê hate kirin. Civîn êrîşê 6’ê Gulanê nîqaş kir û biryar da bersiva pêwîst bê dayîn. Xeta çete-noker ku Şemdîn Sakik nûnertiya wê dikir zirar da civînê.
1’ Hezîranê 1996:
Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Rêheval Kemal(Hasan Akbaş) û Xelîl(Nehro Îbrahîm), li qada Xerzanê di pêvçûna dijmin de bi hev re şehîd ketin.
30’ê Hezîranê 1996:
Gerîlaya Jina Kurd Zîlan(Zeynep Kınacı), li navenda Dêrsimê ji her aliyê ve çalakiyeke fedaî ya serkeftî pêkanî. Yekîneyeke leşkerên TC’yê dema di îçtîmayê de bûn kire hedef û tasfiye kir. Cara ewil e PKK´ê bi vê şêwazê çalakir dikir. Ji ber serkeftina çalakiyê û ji hêla gerîlayeke jin ve li darxistina çalakiyeke wiha mohra xwe li pêvajoyê xist. Çalakî hem dibû şêwazeke nû, hem jî li dijî êrîşê 6’ê Gulanê dibû bersiveke serkeftî. Bi vî awayî rêxistinbûna jina azad û artêşbûna gerilaya jin vediguherî rastiyekê. Rêber Abdulah Ocalan vê rewşê ji her aliyê ve nirxand, diyar kir ku Zîlan “Qanûna Jiyana Azad e” û Xwedawenda Azadiyê ye.” Dîsa got “Zîlan fermandar e, em jî şervanê wê ne.”
17-23’yê Tebaxê 1996:
Li Biryargeha Navendî bi navê “Civîna 2’yemîn a Konseya Leşkerî” bi tevlêbûna pêkhateya fermandeyê civînek hate kirin. Di civînê de li Tirkiyeyê guhertina hikûmetê, şerê PDK-YNK’ê û li dijî Başûr gefên operasyona TC’yê hatin nirxandin. Li ser pratîka Biryargeha Navendî û li ser bingehê lêpirsîna di derbarê Şemdîn Sakik de hatiye destpêkirin de vesazî û planlamayên nû yên erk dayînê hatin kirin.
31’ê Tebax-Cothem’ê 1996:
PDK´ê bi rêveberiya Sedam Hûseyîn re li hev kir û YNK’ê ji Hewlêrê derxist. Rêveberiya YNK’ê Hewlêr û Silêmaniyeyê berda, reviya Îranê. Bi navbêynkariya hin hêzan YNK dûbare vegeriya Silêmaniyê. Lê Hewlêr kete destê PDK’ê.
4’ê Cotmehê 1996:
Endamê rûmetê ya Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Dr. Sîrwan(Kawa Elî Salih), li Dukan Gundê Qeleçoxayê bi çar rêhevalên xwe re di kemîna PDK’ê de şehîd ketin. Li Silêmaniyê hatibû dinê û ji Ewropayê tevlê PKK’ê bibû. Yek ji wan kadroyên ewil e ku ji Başûrê Kurdistanê tevlê PKK’yê bibû.
…Çile 1997:
Civîna berfirehkirî yê Komîteya Navendî ya PKK’ê li Zap-Şîvê hate kirin. Di sala 1996’an de li Dêrsîmê Rêheval Zîlan çalakiya fedaî li darxistibû, endamên Komîteya Navendî Rêheval Cemal li Amedê, Kemal û Xelîl jî li Xerzanê şehîd ketibûn. Civîn pratîka sala derbasbûyî nirxand û li ser vê esasê sala 1997’an plan kir. Rêber Abdulah Ocalan li ser bingehê teqtîka şer ê girêdayê eraziyê danî pêşiya partiyê. Hedef afirandina qadên rizgarkirî bû. Li ser vê bingehê vesaziya erk û sîper girtineke nû derxistin holê.
14’ê Gulanê 1997:
Tifaqa TC-PDK´ê xwest bi navê “Hereketa Çekîç(çakûç)” li Zapê Biryargeha Navendî ya ARGK’ê bixe, li ser vê esasê êrîşan dane destpêkirin. Êrîş bi hêzeke zêde û di qadeke teng de hate meşandin, bi temamî Zap bû hedef û hêza dijmin kete Geliyê Zapê. Rêber Abdulah Ocalan li dijî vê, hêza Zagros û Zapê kire yek û rêveberiyê kom kir talîmata “vegerandina Zapê” da. Di destpêkirina pêngavê de ji hêla gerîla ve firokeya fermandariya operasyonê hate xistin. Piştî vê hêzên TC’yê bi lez xwe paşve kêşan, hêzên PDK´ê bi awayekî bi bandor hatin lêdan û Geliyê Zapê hate rizgarkirin. Vê rewşê ji bo pêkanîna plannameya Komîteya Navendî bingehekî pir guncav afirand. Li ser vê esasê li Başûr, Zagros û li Botanê seranserê havînê pêşketineke bi hêz a leşkerî çêbû. Lê ji ber ku çetegeriya di nava Biryargeha Navendî de bi cih bibû di asteke têrker de tedbîrên parastinê bi pêş nexist, destkeftiyên heyî hatin windakirin.
16’ê Gulanê 1997:
PDK’ya ku bi TC re êrîşê leşkerî yê 14’ê Gulanê pêşxistibû, li dijî kadro û sempatîzanên PKK’ê yên li Hewlêrê dihatin derman kirin û kar dikirin qetlîam kir. Rêheval Hêlîn Serhed, Salih(Hasan Axaç) û Ozan (Omer Ozsokmenler) jî di navê de derdorê 70 welatparêz û şoreşger qetil kir.
25’ê Îlon-Kanûnê 1997:
Îtifaqa TC-PDK li dijî qada sînor a Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Şafakê(şeveq)” êrîşekî berfireh da destpêkirin. Li ser têkçûyîna xwe ya Gulanê sekinîbûn û amadekariyeke berfireh hatibû kirin. Hemû qada hewayî ji balafirên TC’yê re hate vekirin. Tankên TC’yê ketin hemû qadên PDK´ê. Êdî teknîka tank, lazer û termalê dikaribûn bi hev re bikar bînin. Li ser vê bingehê tam sê mehan herêm bi herêm dorpêç kirin û bi vî awayî xwestin êrîşên perçiqandinê bidin meşandin. Li dijî van êrîşên berfireh hêzên gerîla bi lehengane li ber xwe dan. Lê rêveberiya bi bandor a çeteger tedbîrên parastinê negirtibû. Di encamê de gerîla mecbûr ma qezayên wekî Bamernê, Sîdeka, Çoman, Hecî Umran berde û xwe paşve bikşîne. Derveyî vê hejmareke zêde şehîd û bîrîndar jî hatin dayîn. Rêber Abdulah Ocalan rewşê nirxand, li her qadê pêvajoya sererastkirin û rexnedayînê pêşxist. Li ser vê esasê Şemdîn Sakik ku nedixwest biçe Amanosê ji kadrotiya partiyê hate avêtin. Tam sê meh li dijî van êrîşan di nava berxwedana lehengane ya gerîla pêşxist de ji du sed zêdetir şehîd hatin dayîn. Şeva 8’ê Cotmehê di navbera Zap-Garê de Rêheval Zeynep(Gurbetellî Ersoz) û koma wê şehîd ket. Şeva 26-27’ê Cotmehê endama rûmetê ya Komîteya Navendî ya PKK´ê Meryem Çolak û koma wê gihişte şahadetê. Roja 17’ê Mijdarê endamê Komîteya Navendî ya PKK Rêheval Harun(Sûreya Ozbey), dema diçû Eyaleta Xerzanê li qada Sasonê şehid ket.
15-25’ê Adarê 1998:
Konferansa 5’emîn a PKK´ê li Dibistana Navendî ya Partiyê bi navê “Konferansa Rojhilata Navîn” hate kirin. Konferansê pêşketinên siyasî û leşkerî, pratîka şêr a sala 1997’an nirxand, bi vî awayî şêwaza ku dide windakirin rexne kir, erkên pêvajoya nû plan kir. Rêbertî encamên li vir derketin wekî encam û biryara konfrensê kom kir û ji welat re şand. Xeta berxwedana sala nû şênber kir.
Adar-Nîsan-Gulan 1998:
Mêtîngeriya TC’ya faşîst di çarçoveya agahiyên ku ji Şemdîn Sakik girt bi mehan êrîşên berfireh yên leşkerî meşand. Di mehên Adar û Nîsanê de du car êrîşê qada Botanê kir. Pişt re li dijî qadên Ortasaha û Dêrsimê êrîş meşand. 20’ê Gulanê jî ji Heftanînê bigire heya Xakurkê li dijî hemû qadên Başûr êrîşekî berfireh pêşxist. Li dijî van êrîşan hemû hêzên me yên gerîlla bi lehengane li ber xwe dan û êrîşên heyî vala derxist. Bêguman vê, di serî de Rêheval Zelal(Nesîbe Axirman-14’ê Nîsan) û Selçûk(Enver Polat-11’ê Nîsan) li ser bingehê dayîna bi dehan şehîd bi ser xist. Rêber Abdulah Ocalan meha Hezîranê li Metîna Biryargeha Navendî kom kir û anî ziman ku şer ne li ser xeta têkçûnê ne jî li ser xeta serkeftinê ye, ne ew mil ne ev mil, pata ye. Ev riya dejenerebûnê vedike, lazim e vê rewşê biguherînin, ji bo vê jî wê PKK pêvajoya guhertin û veguhertineke berfireh jiyan bike. Diyar kir ku wê erkê Biryargeha Navendî jî bi xwe bide meşandin. Lazim e hemû kes awayekî bi hêz Rêbertiyê bişopîne. Bi awayekî vekirî peyama pêvajoyeke nû ya guhertinê da.
17’ê Hezîranê 1998:
Rêheval Serhildan(Sema Yûce) di zindanan de xwedî li Serokatî derket, helwest pêşxist, bi gotina “li ser rûyê esman du roj nabe” li dijî tasfiyegeriyê roja 8’ê Adarê bedena xwe da ber agir û birîndar bû, pişt re roja 17’ê Hezîranê şehîd ket. Xwestibû bi çalakiya xwe di navbera roja 8’ê Adarê û Newroz de bibe pirek.
30’ê Tîrmehê 1998:
Endamê rûmetê yê Komîteya Navendî ya PKK´ê û Fermandarê Botanê Rêheval Rojhat Blûzerî(Lezgîn Yorgun), di ava Botan-Masîro de şehîd ket.
1’ê Îlonê 1998:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan roja 29’ê Tebaxê bi riya Med TV bi destpêkirina 1’ê Îlonê re îlana agirbestê ragihand. Ev dibû agirbesta yekalî ya 3’yêmîn ku ji hêla Rêber Apo û PKK’ê ve hatibû îlan kirin. Li ser vê bingehê bangawazî hate kirin ku gerîla û gel helwest û sekneke rast nîşan bide û herkesê eleqeder jî ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a Pirsgrêka Kurd berpirsyar tevbigere û rol bilîze. Rûxmê ku agirbesta sêyemîn bû dîsa jî bandor û hêviyeke mezin çêkir. Di esas de agirbesteke yek alî jî bibe, li ser navê TC’yê hejmareke zêde sivîl, leşker daxwaza agirbestê kiribûn û li ser esasê tiştên bêne kirin sozan dabûn. Ango di fermiyetê de yek alî jî bibe, di esas de ji aliyê pratîkî ve agirbesteke du alî bû. Bi vî awayî di asteke de bandora gengeşiya şer hate kêmkirin.
17’ê Îlonê 1998:
Li Washîngtonê di bin çavdêriya Wezîrê Karên Derve yên Amerîkayê M. Albright de Serokê YNK´ê Celal Telebanî û Serokê PDK´ê Mesût Berzanî peymanek mohr kirin. Peyman ji PKK’ê re digot “Rêxistina Terorê” û dixwest “ji Başûrê Kurdistanê derkeve.” Bi vî awayî li dijî PKK´ê ji Amerîkayê alîkarî xwestin û plana komploya Amerîkayê didan destpêkirin. Rêveberiya Amerîkayê peymana heyî di êrîşê komployê de li dijî Rêber Apo û PKK´ê wekî bingeheke hiquqî bikaranî.
18-22’yê Îlonê 1998:
Konferansa 1’emîn a Gaziyên PKK´ê li qada Qendîl-Şehîd Harun hate kirin. Rêber Abdulah Ocalan ji Konferansa Gaziyan re peyameke pir berfireh şand û Gaziyan wekî “Şehîdên Jiyan dikin” pênase kir, li ser vê bingehê xwest xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin.
9’ê Cotmehê 1998:
Ji ber daxwaza Rêveberiya Suriyeyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Suriyeyê derket. Bi balafirê çû Atîna, paytexta Yewnanîstanê. Lê rûxmê ku ji hêla Rêveberiya Yewnanîstanê ve hatibû gazî kirin ketina wî ya Yewnanîstanê ji hêla Şefa Îstîxbarata Yewnanîstanê ve hate asteng kirin. Bi vî awayî mecbûr kirin ku vegere Suriyeyê. Ger veger çêbûya bi îhtîmaleke mezin wê ji hêla hêzên komploger ve li ser Behra Spî hatiba lêdan. Ji ber vê Rêber Abdulah Ocalan venegeriya, ji bo çûyîna Rusyayê derfet çêkir û bi balafirê çû Moskova, paytexta Rusyayê. Bi vî awayî hem pêvajoya komployê bi fermî destpêkir, hem jî plana îmhakirinê ji hêla Rêbêr Apo ve hate xirakirin. Biryara komploya navnetewî li dijî Rêber Abdulah Ocalan êrîşê tinekirin û îmhayê ye, ev biryar ji hêla DYA, Brîtanya û Îsraîlê ve hate girtin. Rêveberiya Amerîka jî plana vê biryarê meşand. Di komployê de li Misrê Rêveberiya Hûsnû Mûbarek, Rêveberiyên Yewnanîstan, Rusya û Kenyayê roleke çalak lîstin. Rêveberiya Amerîkayê ji kî alîkarî xwestibe bersiva alîkariyê girt.
9’ê Cotmehê 1998:
Rêheval M.Halît Oral komploya navnetewî bi hemû hebûna xwe ve hîs dikir, ji ber vê li zindana Elbîstanê bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bedena xwe da ber agir. 25’ê Cotmehe jî li girtîgeha Mîdyadê Rêheval Rotînda(Aynûr Artan) bi heman dirûşmeyê bedena xwe da ber agir. Beriya vê jî Rêheval Sema Yûce û Fîkrî Baygeldî li dijî nêzîkatiyên tasfiyeger bi çalakiyên xwe, xwedî li Rêber Apo derketibûn. Bi vî awayî xet û dirûşmeya têkoşîna li dijî komployê diyar bibû. Pişt re Reheval Tayhan, Jêhat, Rojbîn, Şaristan, Berwar, Berbang jî di navê de 63 şoreşger û welatparêz cihê ku lê bûn heman berxwedan bilind kirin.
11’ê Mijdarê 1998:
Rêber Abdulah Ocalan ji Rusyayê derket, bi balafirê çû Roma, paytexta Îtalyayê. Di esas de Meclîsa(Duma) Rusyayê mafê îltîcayê dabû. Lê li beramberê dayîna ‘Projeya Mavî Akim’ Rêveberiya Rusyayê xwest Rêber Apo ji Rusyayê derkeve. Ji ber ku Rêveberiya Îtalyayê germ nêzîk dibû Rêber Abdulah Ocalan jî bi awayekî nîv-fermî çû Romayê.
16’ê Çileyê 1999:
Dema Rêveberiya Îtalyayê ji ber helwestên neyînî yên Rêveberiyên Elmanya û Fransayê kete zehmetiyê Rêber Abdulah Ocalan derketina ji Romayê rastir dît û dûbare çû Rusyayê. Di esas de ev planek bû ku di navê de xiyanet jî hebû. Ji Rêbertî re gotin “ji hêla Hikûmeta Rusyayê ve xwestekên te hatin pejirandin.” Bi vî awayî Rêber Apo vegeriya Rusyayê. Li ser vê bingehê wextê kete Moskovayê kete bin kontrola CIA´yê û demekê li Moskova û Tacikîstanê hate girtin.
1-2’yê Sibatê 1999:
Qaşo li ser bingehê pejirandina Rêveberiya Yewnanîstanê Rêber Abdulah Ocalan birin Yewnanîstanê. Xwestin li Rusyaya Spî û Girava Korfuyê 2 caran îmha bikin. Piştî ku ev hewildan neçûn serî, bi navê Hikûmeta Yewnanîstanê bi soza ku “Em ê te bibin Başûrê Efrîqayê” 2’yê Sibatê birin Sefareta Yewnanîstanê ya Naîrobî ya paytexta Kenyayê. Di esas de Rêber Apo dixwest biçe Holanda û li Laheyê doz veke.
15’ê Sibatê 1999:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di encama li hev kirina CIA-MÎT û bi “erê” kirina Rêveberiya TC’yê li balafirgeha Naîrobiyê teslîmê kontrgerîlayê Tirkan kirin. Li vir li hev kirina herî esasî; ji bo rûxandina Rêveberiya Sedam Huseyîn dema Amerîka êrîş kir piştgirî dayîna Dewleta TC’yê bû. Rêber Apo bi balafireke ku ji hêla TC’yê ve hatibû îcarkirin ji Kenyayê girtin ser Misrê re anîn Stenbolê. Bûyer ji aliyê Serokwezîrê TC’yê Bûlent Ecevît ve roja 16’ê Sibatê di saet nehan de bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re hate ragihandin. Gelê Kurd dema bûyerê bihîst li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyê dinyayê rabû ser piyan. Di bin pêşengtiya rêxistina ciwanên welatparêz-şoreşgerên Kurdistanê de ku navê xwe kiribû YCK, li her qadê çalakiyên bi bandor hatin kirin û zirarên mezin dane komplogeran. Çalakiyên fedaî yên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin belavê li her cihî bûn. Gerîla rûxmê şertên giran yên zivistanê di serî de li Amed û Mêrdînê li piraniya qadên Kurdistanê di bin pêşengtiya Rêheval Şehîd Amed û Şehîd Felat de kete nav tevgerê. Rêheval Ferhat, Dîlan, Xebat jî di navê de çalakiyên fedaî hatin kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê gel di çalakiyên li dijî komployê de 37 şehîd dan. Li Silêmaniyê ji pêncî hezarê zêdetir mirov xwepêşandana şermezarkirinê kir. Li vir endamê Partiya Sosyalîst welatparêzê bi navê Sîrvan Rauf bedena xwe da ber agir û şehîd ket. Li dijî komployê tenê li Rojavayê Kurdistanê ji hezarî zêdetir ciwan wekî fedaî tevlê gerîla bûn. Di encamê de navenda ku komployê bi rê ve dibir li xwe mikûr hat û got “Em li bendê nebûn ku di vê astê de bertek çêbin.” Gel 15’ê Sibatê wekî “Roja Reş” pênase kir. Rêber Abdulah Ocalan ev roj wekî “Roja Qirkirina Kurd” îlan kir.
12’ê Çile-18’ê Sibat 1999:
Kongreya 6’emîn a PKKê bi tevlêbûneke berfireh li Xinêrê hate kirin. Rebêr Abdulah Ocalan piştî ku agirbest îlan kiribû partiyê arasteyê Kongreya 6’emîn kiribû. Dixwest bi biryara Kongreyê guhertina stratejiyê bi lez pêk bîne. Agirbesta heyî li dijî komployê têkoşînê lawaz dikir. Ger rast hatiba bikaranîn, hebûna kongreyê ji hêla pêşxistina têkoşîn û fêmkirina komployê ve dikariya bibûya şansek. Lê kongre ji êrîşê komployê zêdetir peyama “Dewletbûnê” bihîst û kete nava nîqaşa desthilatê, bi vî awayî bi demê re ji rastiya Serokatî û ji têkoşîna li dijî komployê qut bû. Piştî 16’ê Sibatê ji komployê agahdar bû, rojên 17-18’ê Sibatê komployê nirxand û li dijî komployê berxwedana topyekûn plan kir, bi hilbijartina Komîteyeke nû ya Navendî xebatên xwe temam kir. Yê herî rast Kongreya 6’emîn di rojên 17-18’ê sibatê de wekî xebatekî du rojî girtina dest e.
2-12’ê Adarê 1999:
Kongreya 2’yemîn a Jina Azad li Xinêrê hate kirin û biryara damezrandina “Partiya Jinên Karkerên Kurdistanê(PJKK) da. Bi vî awayî tevgera jina azad dibû partî û şûna YAJK’ê, PJKK digirt. Lê kongre di şertên komployê de pêkhat û hin pirsgrêk hatin jiyîn, rewşeke bi nîqaş derkete holê.
1-4’ê Gulanê 1999:
Wekî kordînasyona Komîteya Navendî, Konseya Serokatiya PKK´ê hatibû avakirin, ev konsey kom bû û li dijî komployê têkoşîna dihate meşandin nirxand. Piştî orteya meha Adarê Rêber Abdulah Ocalan bi parêzeran re hevdîtin kir. Rêber Apo di meha Nîsanê de bi riya parêzerên xwe xwestibû “Çalakiyên li dijî sivîlan bêne rawestandin.” Derveyî vê bi Rêber Apo re têkilî hatibû danîn û Dewleta TC’yê planeke dadgehê belav kiribû. Konseya Serokatî van pêşketinan berbiçav girt û teqtîka berxwedana fedaî ya topyekûn guhert. Ji xeynî çalakiyên hêzên çekdarî xwest çalakiyên din bêne rawestandin, pêvajoya dadgehê ji nêz ve bê şopandin û ji aliyê civakê ve ji bo fem kirina helwesta Rêber Abdulah Ocalalan kar meşandinê kire sekneke esasî. Vê helwestê Rêber Apo jî bi riya parêzeran erê kir.
24’ê Gulanê 1999:
KNK(Kongreya Netewî ya Kurdistanê) li Amsterdam, paytexta Holandayê bi lijneya ewil re hate avakirin. Xebatên amadekariya Kongreya Netewî Rêber Abdulah Ocalan organîze kiribû û bi riya vê kongreyê dixwest xebatên çareseriya siyasî ya demokratîk ên pirsgrêka Kurd bimeşîne. Lê êrîşên komploya navnetewî fersend neda. Civata ku amadekariya vê dikir piştî komployê damezrandina xwe pêkanî û li ser vê esasê li gorî hêza xwe hewilda di têkoşîna li dijî komployê de rol bilîze.
31’ê Gulanê 1999:
Rûniştinên Îmraliyê di bin zexta giran a derûnî û gefa fîzîkî de dest pê kirin. Pir derdor hebûn dixwestin Rêber Apo û tevgera me bikêşin nava berxwedaneke têkder(uzlaşmaz). Piranî jî digotin wê PKK heya meha Tebaxê ji holê rabe. Rêber Abdulah Ocalan parastineke nivîskî ya 25 rûpelî bi sernivîsa “Di Pirsgrêka Kurd de Danezana Çareseriya Demokratîk” amade kiribû. Di destpêka dadgehê de peyama çareseriya siyasî û peyama dan û standinê da. Ji kesên ku di şer de xizmên xwe winda kirine lêborînê xwest û bangawaziya aştiyê kir. Li dadagehê mafê xwe yê parastinê bi devkî bikaranî û seknên ji aşitiyê re, dan û standinê re girtîne rexne kir. Diyar kir ku bi xwe hertim ji bo vê vekirî bûye.
29’ê Hezîranê 1999:
Wekî dihate texmînkirin, dadgeha Îmraliyê cezayê darvekirinê da. Rêber Abdulah Ocalan li dijî biryarê got “Ez sûcê xayîntiyê welat qebûl nakim, me têkoşîna demokrasiyê meşand.”
9’ê Tîrmehê 1999:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê û Fermandarê Eyaleta Koçgiriyê Rêheval Ayhan(Ağa Kahraman), li qada Tokat-Reşadiyeyê di pêvçûna dijmin de bi komekî heval re şehîd ket.
17-23’yê Tîrmehê 1999:
Li ser esasê peyama ji Rêber Abdulah Ocalan hatî, Komîteya Navendî ya PKK´ê kom bû û pêşniyarê nîqaş kir. Rêber Apo li dijî biryara darvekirinê di çarçoveya têkoşînê de dixwest “Piştî 1’ê Îlonê agirbest çêbe û gerîla xwe bikêşe qadên derveyî sînor.” Li ser vê bingehê civîna Komîteya Navendî plana xwe çêkir û ji Rêber Apo re ragihand ku “Amade ye.”
2’yê Tebaxê 1999:
Rêber Abdulah Ocalan “Ji bo piştî 1’ê Îlonê bikeve meriyetê bangawaziya agirbesta bêdem kir û xwest gerîla xwe bikêşe derveyî sînor.” Rêveberiya PKK´ê got “Em ê li gorî vê bangawaziyê tevbigerin û pêk bînin.” Bi vî awayî pêvajoya agirbesta çaremîn û derketina derveyî sînor a gerîla destpêkir. PKK, di heman demê de ji bo van veguherîne biryareke stratejîk, kete nava pêvajoya amadekariya Kongreya 7’emîn a awarte. Lê hem ji ber zêdebûna hêz di demeke kurt de xwe paş ve kêşan gengaz nebû, hem jî rewşeke wiha wê ji hêla ewlehiyê ve bibûya pirsgirêk. Ji ber vê, tu wextê eyaletên gerîlayan bi temamî nehatin valakirin. Komên biçûk xwe kêşan çiyayên bilind. Bi vî awayî hebûna xwe parastin.
1’ê Cotmehê 1999:
Rêber Abdulah Ocalan li dijî biryara darvekirinê ji bo bi hêzkirina têkoşînê xwest du komên bi navê “Komên Aşitî û Çareseriya Demokratîk’ vegerin Tirkiyeyê. Rêveberiya PKK´ê, yek ji çiya(1’ê Îlonê) û yek jî ji Ewropayê(29’ê Cotmehê) du kom amade kir şand Tirkiyeyê. Komên çûn destpêkê baş hatin pêşwazîkirin, lê pişt re ji ber tawanên “Endamtî û rêvebertiya rêxistina terorê” hatin cezakirin.
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/08/kronolojiya-pkke-besa-6/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/05/kronolojiya-pkke-besa-5/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/12/01/kronolojiya-pkke-besa-4/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/29/kronolojiya-pkke-besa-3/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/26/kronolojiya-pkke-besa-2/
https://www.nuceciwan61.com/ku/2020/11/24/kronolojiya-pkke-besa-1/