ZIRGAN –Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Zirganê ji bo şermezarkirina hevpeymana li dijî Şengalê û li dijî dagirkeriya Tirk meşek bi meşeleyan li dar xistin.
Meş bi tevlîbûna bi sedan Endamên Ciwanên Şoreşger û Ciwanên Zirganê li ber navenda ciwanan a navçeyê destpê kir. Ciwan meşeleyên agir û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hildan destên xwe. Meş li kolanên navçeyê bi dubarekirina sloganên “bimre îxanet” û sloganên din geriya.
Dema meş sekinî, li ser navê Ciwanên Zirganê daxuyaniyek ji aliyê Endama Tevgera Ciwanan Newroz Hac Elî ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em wek Ciwanên Kurd û Ereb li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk em xwedî helwest û nerazîbûna xwe nîşan didin. Ji ber vê jî em tecrîda li ser serokatî qebûl nakin. Îro li her çar parçê kurdistan û çiyayên azad de şerekî hebûn û nebûnê tê meşandin, bi taybet bi destê malbata Barzanî û ENKS’ê dixwazin ev şer mezintir bikin. ji bo vê hevpeymana PDKê û Bexdayê yê li ser Şengalê dixwazin fermanekî nû pêşbixin, xweseriya şengalê nenaskirin û hebûna engalê binpê kirin û pîlanê ewlet Tirk a dagirker û mêtînger bi destê malbata Barzanî rewa dikin.
Em weke Ciwan li hemberî vê îxanetê bêdeng nemînin, îxaneta ku pêktê wê bihêle hebûna şoreşa Rojhilata navîn û bi taybet şoreşa Rojava windahiyên mezin wê ava bikin. li ser vê esasî em Îxaneta li ser Şengalê qebûla nakin, hebûna şoreşa Rojava jî em nahêlin bi destê malbata Barzanî were reş kirin.
Dîsa jî em li hemberî dagirkerî û îxanetê em xwedî helwestên tund û nerazîbûna xwe nîşan didin.”
çalakî bi girtina xelekên govendê bi dawî bû.