QAMIŞLO – Komîteya Parastinê li Navenda Şehîd Lewend û Şehîd Ciwan a tabûra Parastinê ya Ciwanên Şoreşger ya li bajarê Qamişlo perwerdeyeke Parastinê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê Ye, Em ê Teqez Serbikevin” de a 10 rojan dabûn destpêkirin bi dawî bû.
Perwerde bi tevlîbûna 12 Ciwanan pêk hatibû, di perwerdê de dersên bîrdozîk û leşkerî hatin dayin. Bi şahiyekî perwerde hate bi dawî kirin.
Di derbarê perwerdê de Ciwanê bi navê Mihemed nerînên xwe ji me re parvekir û got: “ Di hundirê wan 10 rojên ku me perwerde dîtî, me pir tişt ji perwerda xwe girt, û ez bi hêvî me çi kesê bê perwerde bila werê xwe perwerde bike, da ku em birêxistinkirina xwe civaka xwe jî perwerde bikin”.
Piştî re bi gontina Stranên Şoreşger şahî bi dawî bû.