NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê gotin, “Roja 5’ê Kanûna 2020’an li derdora seat 3’yê şevê, TIR’eka girêdayî faşîstan a li Buyukdere ya li navçeya Kayithane ya Stenbolê ji aliyê hêzên me yên milîs ve hate şewitandin û îmha kirin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çalakiya me di çarçoveya banga seferberiya şoreşgerî ya HBDH’yê dayî destpêkirin a ‘Emê faşîzmê birûxînin, Azadiyê bidest bixin’ de, ji bo cezakirina faşîst û hevkarên li gel faşîstan e.
Em bi çalakiya xwe greva birçîbûnê ya bê dawî û bi dorveger a ji bo dawî anîna tecrîda li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di serî de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, êrîşên li ser girtiyên şoreşger û dawî anîna zextan hatî destpê kirin û ketî roja 10’an de em silav dikin.
Em hemû gardiyanên ku îro li girtîgahan bi êrîşên li ser girtiyan re dibin hev kar, rêvebirên ku li girtîgehan van êrîşan rêxistin dike, her kesên ku biryara êrîş û zextan dike em hişyar dikin. Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dîroka xwe ya berxwedanê ji Mezlûm Doganan, Kemal Pîran, Xeyrî Dûrmûşan stendiye. Em ê bi çalakiya xwe ya şewatê bibim silava wan û bên, em ê faşîzmê birûxînin, azadiyê bidest bixin!”