NAVENDA NÛÇEYAN – Tîma Bersivdayînê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ya YPS-JIN, berxwedaniya greva birçîbûnê ya girtiyan silavkir û çalakiyên şewitandinê li dar xist.
Di daxuyaniya nivîskî ya tîman de ew agahî hatin dayîn:
“Di 30’ê Mijdarê de yekîneyên me li Perava Yat a Marmarîsê ya Şaredariya Bajarê Mûglayê motoryata luks ya bi navê ‘Letîtîa 2’ ku 26 metre dirêj e şewitandin. Di encama şewatê de motoryat bû xwelî.
Di 6’ê Mijdarê de li navçeya Efeler a Aydinê du wesayît hatin şewitandin. Wesayîta bi plakeya 09 ACG 018 ya ayîdê kesê faşîst yê bi navê B.E û Mînîbusa bi plakeya 09 P 0085 hatin şewitandin. Di encama wê şewitandinê de her du wesayît bûne xwelî.
Di 1’ê Kanûnê de li navçeya Dalaman a Mûglayê jî cihek ayîdê kesekî faşîst hat şewitandin.
Di 15’ê Mijdarê de li navçeya Seyîdkemer a Mûglayê li hemberî kargehekî ya ayîdê faşîstan çalakî hat lidarxistin. Di encamê de kargeh nikare were bikaranîn.
Di 20’ê Mijdarê de li navçeya Fethiye ya Mûglayê di saet 05:00’ê sibehê de li taxa Karagozê kargehekî ayîdê kesekî faşîst ya dikeve nava Ece Marînayê hat şewitandin. Di encama şewatê de kargeh bi temamî bû xwelî.
Di 3’ê Kanûnê de maleke li çiya ya taybet a ayîdê kesekî faşîst jî hat şewitandin. Di encama wê şewatê de mal bi temamî şewitî.”
Di daxuyaniyê de berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan hate silavkirin û banga mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê hat kirin.