NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser operasyonê daxuyaniyek da û ragihand ku YAT’ê di vê operasyonê de 2 jê berê karê îstixbarat û rêzananiya DAÎŞ’ê dikir bi giştî 4 çete girtine û dest danîne ser rêjeyek çek û cebilxane.
YPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:
“Roja 6’ê Kanûnê, Yekineyên Antî Teror (YAT) li herêma Til Hemîsê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek lidar xistin. Di vê operasyonê de 4 çete hatin girtin. Navên kesên ku hatin girtin:
Mohsen Fehîd El Duwaîh, Gazî Dohan, Hemed Elî El Nasser û Muhanned Mohsen Fehîd El Duwaîh
Ji wana Mohsen Fehîd El Duwaîh û Gazî Dohan berê di nav DAÎŞ’ê de xebatên îstixbarat û kuryetiyê kiriye û li hemberî hêzên me tevlî gelek şeran bûne.
Di operasyonê de herwiha miqdarek cebilxane û amûrên teknîkî jî hatin desteserkirin.”