NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tolhildanê yên Şehîd Kemal Pîr ên HBDH’ê bi çalakiyeke sabotajê girêva birçîbûnê yên girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dane destpêkirin, slav kir.
Di daxuyaniya têkilî mijarê de hate gotin,”8’ê Kanûnê derengiya şevê li dehma taxa Çîlek a Mêrsînê milîsên me yên tolhildanê yên Şehîd Kemal pîr li dijî şivên trênê çalakiya sabotajê kirine. Li dijî van amûran ku bi tevdîrên jidiyayî yên ewlehiyê dibirin milîsên me çalakî kirine, di encama çalakiyê de 4 konteyner ti temamî rûxiyane, ziyan gihaştiye ser gelek wesayit û konteyniran.
Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin, ”. Bi vê çalakiya xwe me berxwedana zindanan slav dikin û bang li hemû gelê xwe dikin. Ew ji me re mîrateya Kemal Pîr, Ibrahîm Kaypakkaya ne û em milîsên HBDH’ê dibÊjin, bi giyanê berxwedanê yê Zindana Amedê xwedî li vê berxwedanê derkevin, faşîzmê hilweşînin û bi hev re azadiyê pêk bînin.”