STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklû ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 sal di navbera 2’ê Gulanê û 7’ê Tebaxa 2019’an de 5 caran bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’ê îlonê de bi hinceta “nexşerêya” ku Ocalan di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kiribû.