HELEB – Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê ji bo Zaroka li gundê Kercews a Êlihê Bakurê Kurdistanê ya ku bi temenê 15 salî ji aliyê polîsên tirkê faşîst ve hat tecewaz kirin bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin ku: “Em Yekitiya Jinên Ciwan van kiryarên ne mirovî û ne exlaqî qebûl nakin û bangî hemû jinan dikin ku li hember van bûyeran dengê xwe bilind bikin û em bi hev re bibêjin NA”.
Daxuyanî li pêşiya Navanda Jinên Ciwan ji aliyê Berdevka Jinên Ciwan Emîne Ebdo ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
“sedsala 21’an sedsala azadiya jinan e. Li seranserî cîhanê jinan jinên Kurd bi taybet asta berxwedan û têkoşîna xwe li hemberî pergalên desthilatdar û dispotî bilind kirin da ku bi vîna xwe bi azad û wekhevî bijîn.
Ji ber vê yekê pergalên kapîtalîst, di serî de pergalên desthilatdar jinan dikin armanc û hemû cure tundî li dijî wan pêk tîne da ku dengê wan bisekinîni û azadiya wan binpê bike.
Li djiî jinan tundiya fîzîkî, fikirî û dirûnî tê meşandin. Ya herî dawî êrişa zayendî ya 27 berpirsên hikumeta Tirk a li dijî zarokeke 15 salî bû. Ev sûc asta wesifandinê derbas dike ku dewleta Tirk bi xwe fermana wê daye. Em Yekitiya Jinên Ciwan van kiryarên ne mirovî û ne exlaqî şermezar dikin û qebûl nakin. Bangî hemû jinan dikin ku li hember van bûyeran dengê xwe bilind bikin û em bi hev re bibêjin NA. Na ji destdirêjiyê re, Na ji kuştinê re, Na ji şidetê re.