ŞENGAL – Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya liser Şengalê de, bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê, di 2’yê Kanûna 2020’an de li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedabû.
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in, Asayîşa Me Rûmeta Me Ye” hatiye destpêkirin û her roj ji aliyê komek nû ve tê birêvebirin, ket roja xwe ya 10’an.
Di roja 10’an de komek ciwanan çalakî dewr girt. Ciwanên ku li ser mijarê gotubêjan dikin, her wiha caran jî li ber muzikê govend digerînin.