SILÊMANIYÊ – Duh Kongreya Dengê Nerazî bi daxuyaniyekê ragihand ku ewê li seranserê Herêma Kurdistanê dest bi xwepêşandanê bikin. Beriya ku xwepêşandan destpê bike, li bajarê Silêmaniyê 15 endamên Kongreya Dengê Nerazî ji aliyê hêzên hikumetê ve hatin binçavkirin.
Tevî astengiya hêzên hikumetê, xelk li ber derê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin.
Bi kombûna xelkê re hêzên hikumetê bi gazên çav şewat êrişî xwepêşandêran kir û gule ber wan de hate avêtin.
Li gorî agahiyan ji ber gaza dijwar bêhna gelek xwepêşandêr û rojnamegeran teng bûye. Xwepêşandan dewam dike û hêzên hikumetê jî dixwazin girseyê belav bikin.