NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîdên Efrînê ragihand ku li Amed, Êlih, Bedlîs, Wan, Stenbol, Îzmîr, Eden, Mêrsîn û Sêrtê rêze çalakî kirine. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em fedayiyên gelê xwe ne. Em ê tolê ji dijminê mirovahiyê hilînin.”
Agahiyên li ser çalakiyan wiha ne:
“AMED
7’ê Kanûnê li Taxa Guney a Sûrê ya Amedê trafoyek hate şewitandin. Bi bombeyên destan li dijî wesayîta zirxî ya ku xwest bi mudaxeleyê bê çalakiyek hate kirin.
8’ê Kanûnê li Taxa Bahçelîevler a Farqîn a Amedê bi bombeyên destan û çekên lûle dirêj li dijî wesayîteke zirxî çalakiyek hate kirin.
9’ê Kanûnê wesayîta saziya elektirîkê li navçeya Sûr a Amedê hate şewitandin.
ÊLIH
7’ê Kanûnê li Taxa Saglik a Amedê mînîbûsek hate şewitandin û bêkêr bû.
8’ê Kanûnê li ser rêya nexweşxaneyê ya navenda Êlihê ziyan gihandiye du wesayîtên girêdayî leşkerên bi pere.
BEDLÎS
9’ê Kanûnê li dijî cihê kar ên hevkarên faşîstan li Tetewan a Bedlîsê çalakiyeke ya sabotajê hate kirin
9’ê Kanûnê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya berê ya Bedlîsê li ser pirê pankarta tecrîdê tîne ziman hate hildan.
WAN
8’ê Kanûnê li Taxa Botanîçî ya Wanê firoşkar û yên madeyên hişbir bikar tîne hatin cezakirin.
9’ê Kanûnê hêzên me yên xweparastinê li Taxa Şafak û Rêya Demokrasî ya Rêya Hevrîşim a Wanê bi bombeyên destan û çekên ferdî li dijî polîsan çalakî kirin.
9’ê Kanûnê stasyona bazê ya girêdayî şirketa GSM a li ser êrya Bostanîçî Okulu ya Rêya Hevrişim hate rûxandin û îmhakirin.
STENBOL
Di navbera 7,8,9’ê Kanûnê de li semtên cuda yê Stenbolê 12 wesayîtên faşîstan hatiye şewitandin û bêkêr bûne.
8’ê Kanûnê li navçeya Kaynartepe ya Stenbolê tekstîla atolyeyê ya sê qat tevî tiştên li hundir kasayên kamyonên sergirtî hatiye şewitandin û îmhakirin.
ÎZMÎR
8’ê Kanûnê li ser rêya Faço ya berê ya Îzmîrê li dijî kamyona leşkerî çalakiyeke sabotajê hatiye kirin û hatiye têkbirin.
9’ê Kanûnê li navçeya Basmane ya Îzmîrê firoşkarên madeyên hişbir hatiye cezakirin.
EDENE
8’ê Kanûnê li Guzelbahçe ya Edeneyê firoşkarekî yê madeyên hişbir hatiye cezakirin, qehweya ku xumarê dikin jî hate şewitandin.
8’ê Kanûnê bombeyeke destan hatiye avêtina maleke li taxa navenda Edeneyê ku karê fuhuşê dike.
MÊRSÎN
8’ê Kanûnê li navçeya Akdenîz a Mêrsînê wesayîteke ya girêdayî saziya elektirîkê hatiye şewitandin û bêkêr bûye.
SÊRT
8’ê Kanûnê li nêzî nexweşxanaeya derve ya navenda Sêrtê du wesayîtên faşîstan hatiye şewitandin.”