NAVENDA NÛÇEYAN
Ji meşeke dirêj ya bi seatan em gihîştin gund, me dixwest yek ji xebatkarê xwe bibînin, agahiya wî nebû ku em wê şevê diçûn gund, me xwe nêzîk odeya ku ew lê dima kir û heval Hêmin (Hisên Xizrî) li şibakeyê xist. Me xwe li kêleka dîwar cihê tarî veşart. Ciwanek serê xwe ji pencereyê derxist û li derdor mêzand. Derve tarî bû û wî jî dixwest bizanibe kê/kî bû. Heval Hêmin piştî ew nasî ber bi pencereyê ve çû û jê re silav da. Ciwan kêfxweş bû û got heval ezê çira bitefînim werin odeyê. Odeya wî ji malê cuda bû û ji bo em bikevin hundir diviya ji nav hewşê derbas bibûna, ciwan piştî çirayê hewş û odeyê tefand, em bêdeng ber bi deriyê odeyê ve çûn. Heval Firat li derve nobet girt. Ciwan perdeya pencereyê kişand, derî girt û em li odeyê rûniştin. Ji kêfxweşiya wî diyar bû ku heval Hêmin dinase û pir germ nêzîk bû. piştî silav dayîneke germ, got ezê biçim ji we re xwarin û vexwarin bînim. Piştî 5 deqîqe dayîk û ciwan ku me jê re digot Zanyar bi sêniyeke lîwanên çayê, qend, nan, penîr û mast hatin hundir. Dayikê em ramûsan û wê jî pir germ rewşa me pirs kir. Me xwarina xwe xwar û ça vexwar. Sohbeteke germ di navber min û dayê de destpê kir, dayê destê min girtibû û di nav destên xwe de dianî û dibir. Hevalê Hêmin ji Zanyar hin tişt dipirsî û wî jî hêdîka bersiv dida.
Bi derbasbûna çend deqîqeyan re, Dayê ji kurê xwe re got “Kurê min tu biçe mala apê xwe, bizanibe ka bavê te çima nehatiye, dereng e” Ciwan bê dilê xwe rabû û ji me re got “Heval neçin, ezê zû werim”. Me jî sohbet bi dayê re domand. Hevalê Firat li derve nobedar bû. heval Hêmin got “Ezê biçim şûna heval Firat bila ew jî were xwarin bixwe.” Dayikê nehişt û got “Kurê min, ezê tiştekê ji we re bêjim.” Dengê xwe nizim kiribû û xwe bêtir nêzîk me kir. Min û hevalê Hêmin li çavên hev mêzand û me ferq kir ku dayê dixwaze tişteke girîng bi me re parve bike. Me jî xwe nêzîktirê dayê kir. Dayê got “heval, ez dizanim hûn kesên karên xirab dikin efû nakin, ji ber wê jî cihê hûn diçine pak û temîz dibe. kes newêre xirabiyê bike û li xirabiyê bifikire. Ev demeke hûn li van deran dûr bûne, min cara din jî xwest ji we re bêjim, lê hûn zû çûn. Min nexwest li cem kurê xwe jî bêjim, bila ew jî nezane ku min ji we re gotiye.” Ev gotinên dayê bala me kişand û di nav çirkeyên dem-kin de hezar û yek tişt hat mêjiyê me. Dayê dixwest ji me re çi bibêje? ew tiştên xirab û kirêt ku behsa wê dikir çibûn? Dayê ji berûka xwe rûpelek derxist, li ser hin nav nivîsîbûn, bi xeteke nexweş. Navên hin kesan bû. got “Heval, ev demeke ez dişopînim, di vî gundî de madeyên hişbir bi taybet tiryak tê bikar anîn û belav kirin. di nav vî karî de pir kes hene. Min navên wan ji we re nivîsiye û ez didime we, ez di wê baweriyê de me ku hûn hesabê vê bipirsin.” Hevalê Hêmin bê ku mereq û matmayîna xwe veşêre gotê “Dayê evqas kes di gund de madeyên hişbir bikar tînin?” dayê lê vegerand “Erê kurê min, ew bi veşartî dikin. lê ez li rûyê wan dinêrim dizanim kê bikar tîne an jî nayîne. Ev kes gundê me, malên xwe, zarokên xwe û jiyana xwe diherimînin.” Hevalê Hêmin adresa wan pirsî û dayê bi lez dibersivand, dixwest heya kurê wê were, rojev biqed. Dengê lingê Zanyar hat û dayê sohbeta xwe guherand û behsa rewşa hevalê Diyar ku salek berê birîndar bibû kir. Hevalê Hêmin ji odeyê derket û ji Zanyar re got ku ji me re hin pêxwarin amade bike ji bo em biçin. Hevalê Firat jî hat ku xwarin bixwe. Min ji Zanyar pirsî “Di gundê we de rewş çiye?” bêyî ku li min binêre wiha bersivand “Wek hertim, tişteke cuda tune ye.” Min gotê “Ez pêştir nehatime gund.” Wî jî got “Heval, di gundê me de tiştek tune ye. herkes di nav karê kolberî û xwedîkirina sewalan de ye. hin jî diçin bajêr û kargeriyê dikin.” ez li bersiva wî ya sar şaş mam. Ji ber bi hevalê Hêmin re sohbetek dirêj dikir û nexwest di derbarê gund de agahî bide min. Dayê jî li jêr çavan li min û kurê xwe mêzand. Paşê çû mitbexê ku hin tişt ji bo me amade bike. Hevalê Firat û Zanyar sohbet li ser çalekiya hefteya borî ku hevalan li ser yekeyeke veşartî pêk anîbûn û sê leşker û fermandeyek tê de hatibû kuştin û dijmin birîndar jî dabû, domandin. Dayê torbeyeke erzaq ji me re amade kiribû. Hevalê Firat û Hêmin beşa pir ya bar kirin nav çanteyên xwe û hin nan û rûnê nivîşkê jî dane min ku ez hilgirim. Me ji dayê û Zanyar xatir xwest û em ji gund derketin.
Li gor plana me diviya em çend katjimêran rê bimeşin û wiha jî bigihîjin cihê xwe, lê hevalê Hêmin piştî du seatan meş, di nav tehtên asê de got ku em li vir bimînin. Ez û heval Firat sekinîn û me sedema vê pirsî. Heval Hêmin got “Divê em li ser wan navên ku dayê da me nîqaş bikin, plansazî derxin.” Min got: “Heval Hêmin, heval em şandine ku karê xwe zû bikin û vegerin, em dereng bimînin, heval dê bikevin gumanê û bitirsin ku tiştek bi me hatiye.” H. Firat jî tevlî min bû. Heval Hêmin got: “Ger em biçin, dibe heya demeke dirêj nikaribin werin û ev mijar dê paşve bikeve. Ma dibe ku di vî gundî de evqas xirabî kok berdabe û em jî di kêlekê re derbas bibin û biçin. Wê demê wateya gerîlabûna me çiye? Em ji bo wê hene ku civaka xwe ji qirêjiyê xilas bikin.”
Me navber da. Heval Hêmin çanteya xwe danî û çû li kaniyê, bîdonên avê dagirt û hat. Me jî cihê xwe amade kiribû. Ez bûm nobedarê yekem, heval Firat û Heval Hêmin xew kirin. nêzîk seateke din heval Hêmin ji nişkave şiyar bû û hate cem min, got “Tu biçe razê, ez nobet bigirim.” Min çiqas israr jî kir, nekarî wî îkna bikim. Ez çûm û min çanteya xwe da jêr serê xwe û kefyeya xwe jî avête ser xwe. Berbanga siharê heval Hêmin bangî min kir, min serê xwe rakir, got “Rojbaş”. Min jî bersiva wî da û tiştên xwe kom kir. Heya hewa ron bû, heval Firat bi dûrbîn li derdor mêzand û piştî tav derket, me zanî ku rewşa erazî aram e, wiha jî heval Hêmin dest bi vêxistina agir kir. Em li dora agir civiyan. Heval Firat got “Heval Hêmin, te çima bangî min nekir, tu heya niha şiyar û bê xew mayî?” heval Hêmin got “Min nekarî razêm, piştî gotinên dayê, xew bi çavên min neket.” Heya nîvro bêyî navber nîqaşa me li ser rewşa gund, kesên madeyên hişber bikar tînin û têkoşîna li beramberî wê domiya. Piştî ku me hinek penîr, mast û nanê tenûrê xwar, heval Firat xwest ku em îstîreheta xwe bikin. Heval Hêmin got “Ezê hinekê radyo guhdar bikim. Ez jî çûm cem çenteya xwe û min deftera xwe ya rojnivîsê derxist û nivîsand. Paşê jî hinekê xew kir” Seat derdora 3’ê bû ku heval Firat bangî min kir, ça amade bû. heval Hêmin pirtûka Rêbertî ya “Çawa Bijîn” di destê wî de hate cem me û got “Heval, ez pir fikirîm, ji bo em rast bijîn, di serî de lazim e, em qirêjiyan ji nav xwe biavêjin, pê re têbikoşin, qebûl nekin, wan der bikin. Wiha emê bikaribin pirsa çawa bijîn û çawa nejîn ji hev cihê bikin.” Ev gotina heval Hêmin ji bo min û heval Firat pir watedar hat û me jî nêrîna xwe got. Heval Firat got “Ez jî tevlî te dibim, lê di aliyê ewlekarî de dibe ku pirsgirêk derkeve. Hejmara me kêm e, dibe ku gotinên dayê jî rast nebin, wê demê hem emê ji karê xwe yê esasî bimînin û hem jî encam negirin.” Heval Hêmin got “Tu zanî, ez zarok bûm, cîraneke me ku zilamekî halxweş û dewlemend bû ji ber bi hin kesên xirab re dostanî kir, fêrî madeya tiryakê bû, her ku çû mala xwe, malbata xwe, hertişteke xwe ji dest da. Jina wî ew terikand û çû mala bavê xwe. Kurê wî di kolanan de ma. Keça xwe ji bo pareyên tiryakê firote zilamekî pîr. Kesekê silav nedida wî. Di dawiyê de jî çû cem dewletê û ji bo pare bistîne xwefiroşî dikir. Navê ciwanên ku xebatên siyasî dikirin dida.
Di encama îxbara wî de ciwaneke 16 salî yê ku ji pêşmergeyan re xwarin dibir, hate girtin û îdamkirin. Ji ber vê ez ji kesên madeyên hişbir bikar tînin pir acizim û ji bo em siyaseta dijmin pûç bikin, pêwîste nehêlin li Kurdistanê kesek tûşî vê rewşê bibe. ev jî bi xebat, têkoşîn û çalakî dibe.” min û hevalê Firat li hev mêzand û got “Mebesta te ji çalekiyê çiye?”. Heval Hêmin zanî em li çi difikirin, keniya û got “Netirsin, ez nabêjim em biçin yekser wan bikujin. Ger hewce kir, dê ew jî were kirin, lê di serî de divê em rewşa gund zelal bikin, wan şiyar bikin.” Min jî got “Zanyar xebatkarê me ye, çima wî derbarê wan kesan de tiştek negot? Herwiha çima dayê ji kurê xwe veşartî ev agahî da me?”
Didome……
Evîn Nejdet