NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê li ser mijarê ev agahî parve kir: “Hevrêyê me Ebdilhemîd Îsmaîl, li roja 9’ê Kanûnê, di encama nexweşiyê de şehîd ket.
Hevrê Ebdilhemîd Îsmaîl, rexmê temenê xwe yê mezin, li hemberî dagirkeriyê bê helwest nema û di sala 2019’an de tevlî refên me bû. Bi vê sekna xwe yê hêja û birûmet cardin îspat kir, bêyî ku mirov ji bo azadiyê têkoşîn bide, tu wateya jiyanê nîne. Bi vê nêzikatiyê ve bi azwerî û coşeke mezin tevlî kar û xebatan bû. Her tim bi sekna xwe yê kedkar ji bo rêhevalên xwe bû mînak.
Em di şexsê hevrê Ebdilhemîd Îsmaîl de tevahî şehîdên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û soza azadiyê ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe em cardin dubare dikin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameya şehîdê HRE’yê wiha ye:
Nav û Paşnav: Ebdilhemîd Îsmaîl
Navê Dayikê: Bedriye
Navê Bav: Mahmud
Cih û Dîroka Şehadetê: Şehba/ 9 Kanûna 2020