BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk a bi hêzên global re. Şerîk diyar kir ku dewleta Tirk ji aliyekî ve xizmetê ji efendiyên xwe re dike, li aliyê din jî hewl dide qadên xwe yên serweriyê berfireh bike.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bersiv da pirsên me.
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku parçeyek ji konsepta şerê taybet-psîkolojîk ê hêzên modernîteya kapîtalîst e, weke qedera Rojhilata Navîn tê dîtin. Nedîtina pêwendiya vê kaosa mezin a bi kapîtalîzmê re, gelo weke parçeyek ji şerê heyî çawa dikare bê nirxandin?
Têrê nake ku mirov Rojhilata Navîn tenê ji aliyê jeostratejîk ve binirxînin. Erdnîgariyeke ku xwedî taybetmendiyeke jeostratejîk e. Di siyaseta cîhanê de jî bi giranî ev vî alî derdixînin pêş û li ser vê bingehê tê nîqaşkirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî bi giranî bi vî alî tê şîrovekirin. Yek ji sedemên bingehîn ên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn parvekirina çavkaniyên enerjiyê ye. Hewl tê dayin ku li ser çavkaniyên ava paqij ên li ber çikandinê ye, serwer bibin. Bêguman ev jî yek ji sedemên girîng ê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e.
Rojhilata Navîn ew erdnîgarî ye ku mirovahiyê xwe lê kiriye civat. Rojhilata Navîn navenda şaristaniyê ye. Bi vî rengî xwedî roleke navendîbûnê ye. Li gel cihê civakîbûna mirovahiyê di heman demê de Rojhilata Navîn ew navend e ku dijberiya civakê jî lê afiriye. Ji xwe eger di vê serdemê de qala nakokiyeke gerdûnî bê kirin, ev nakokî jî civakîbûn û dijcivakî bûne. Rêber Apo vê yekê weke nakokiya navbera şaristaniya demokratîk û şaristaniya dewletê ya çînî pênase dike. Nakokiya bingehîn a ku di asta gerdûnî de divê bê nirxandin ev e. Cihê ku ev nakokiya bi hezaran salan dewam dike bi dawî bibe yan jî çareser bibe, Rojhilata Navîn e. Dema ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bê nirxandin, divê pêwendiya xwe ya yekser ya bi vê yekê re bê dîtin. Bala xwe bidinê, di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hêzên statukoparêz û hêzên sermayedar ên navneteweyî li ber hev rabûn. Hin hêzên li nava sermayeya navneteweyî jî li ber hev rabûn. Van hêzan ji aliyekî ve hewl dan bi rêya vî şerî nakokiya navbera xwe çareser bikin, di heman demê de li dijî hêzên şaristaniya demokratîk bi hev re tevdigerin. Bi hev re tevdigerin. Êrişên li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, li dijî PKK’ê li dijî gelê Kurdistanê, li dijî Rêber Apo vê rastiyê nîşan didin. Hêzên Modernîteya Kapîtalîst ku di nava xwe de xwedî nakokiyan e û li hemberî hev têdikoşin, dema ku mijar dibe gelê Kurdistanê, PKK û Rêber Apo bi hev re tevdigerin. Bi hev re hewl didin ji holê rakin, îmha bikin. Ev bi xwe nîşan dide ku şerê heyî ji aliyê bingehîn ve di navbera kê de tê meşandin. Lewma Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ne tenê şerê navxweyî yê hêzên sermayeya navneteweyî ye. Di heman demê de şerê navbera hêzên modernîteya demokratîk û hêzên şaristaniya dewletperest, çînperest e.
Yên ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê li Rojhilata Navîn weke qederekê dinirxînin, ew hêzên ku weke şerê nava hêzên sermayeya navneteweyî dibînin. Weke şerê li ser çavkaniyên dewlemend ên li Rojhilata Navîn dinirxînin. Bi nêzîkatiya ‘heta ku ev çavkanî hebin wê ev şer jî dewam bike’ vî şerî weke qederekê dinirxînin. Lê belê ev tenê aliyekî şer nîşan dide. Halbûkî rastiya bingehîn ew e ku li dijî nêzîkatiya tunekirinê ya li civakê tê ferzkirin, berxwedana civakê ye. Aliyekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ev rastî ye. Lewma li şûna ku weke qederê bê nirxandin, divê weke serhildaneke gel weke lêgerîna civakê ya xwejinûve avakirinê bê dîtin.
GELAN ALTERNATÎFA XWE DESTNÎŞAN KIRIN
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku li Rojhilata Navîn diqewime, ji aliyê demkî ve gelo bi sê qonaxan dikare bê nirxandin? Qonaxa yekemîn ji Şerê Kendavê heta Komploya Navneteweyî, ya duyemîn ji Komploya Navneteweyî heta ‘Bihara Ereb’ a sala 2010’an dest pê kir heta serdema heyî û ‘Plana Têkbirinê’ ya dewleta Tirk û qonaxa sêyemîn jî belavbûna şer li Kafkasyayê û xwe gihandina sînorê Îranê?
Piştî ku reel sosyalîzm ji hev ket, li Kafkasyayê şer qewimî. Herî dawî Ermenistan û Azerbaycan li ser Qerebaxê li dijî hev şer kirin. Piştî ku reel sosyalîzm ji hev ket, di destpêka salên 1990’î de jî li vê herêmê şer qewimî. Şerê li vê herêmê ne tenê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de bû. Li Gurcistanê jî pirsgirêkan rû dan. Li Ûkraynayê jî pirsgirêkan rû dan. Li welatên Kafkasyayê ku di nava sînorên berê yên reel sosyalîzmê de bûn hem şerê navxweyî qewimî hem jî di navbera gelên cîran de şer qewimîn. Niha yek ji qadên girîng ên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Kafkasya ye. Her wiha di destpêka salên 1990’î de ku destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bû herêma Balkanan jî veguherî qadeke şer. Hem pirsgirêkên navxweyî rû dan, hem jî di navbera gelên ku heta wê demê bi hev re dijiyan şer qewimî. Li rojhilatê Eweropayê dewletên nû ava bûn. Kes nikare bêje ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di vê serdemê de derbasî vê herêmê nebe.
Tê zanîn ku yek ji herêmên ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê giran bibe welatên Başûrê Emerîkayê ye. Niha li hin welatan tevlîheviya navxweyî rû dane. Ev yek sibe dikare veguhere asteke cuda. Lewma dikare bê gotin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li qadeke berfireh belav bibe, dewam bike.
Destwerdana li Kendavê asteke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bû. Lê belê Komploya Navneteweyî kete dewrê. Komploya Navneteweyî jî asteke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn raxistibû pêş çavan. Piştî Komploya Navneteweyî li New Yorkê li dijî Kûleyên Cotik êriş bû. Wê êrişê nîşan da ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wê bi çi rengî dewam bike. Destwerdana li Efganistanê kete rojevê. Destwerdana li Iraqê kete rojevê. Li Tirkiyeyê desthilatdarî hate guhertin. Di sala 2002’an de li şûna hikumeta Ecevît hikumeta AKP’ê hate bicihkirin. Vê yekê jî nîşan da ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi komploya navneteweyî re derbasî asteke çawa bûye. Bi vê yekê re li Kurdistanê şer derbasî asteke nû bû.
Asta destpêkê ya komploya navneteweyî dîlgirtina Rêber Apo be, asta duyemîn jî qedandina PKK’ê bû. Bi Bihara Ereb re gelan li dijî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn alternatîfa xwe destnîşan kirin. Serhildana li Tûnisê bi vî rengî bû. Sedema serhildana li Misrê ev bû. Ev tercîha gelan bû. Berxwedana li Kurdistanê ya li dijî komploya navneteweyî tercîha gelê Kurdistanê bû. Ev hemû nîşaneya wê yekê bû ku aliyên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ber hev radibin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengê destwerdana li vê yekê kete nava pêvajoyeke nû. Dest li Tûnisê hate werdan. Gel rabû ser piyan, lê belê desthilatdariya ku ava bû li gorî berjewendiyên sermayeya navneteweyî bû. Li Misrê gel li Tehrîrê rabû ser piyan, lê belê hêzên ku li berjewendiyên sermayeya navneteweyî bê bûn desthilatdar. Niha çi bû? Berê vî şerî dan Kafkasyayê. Derbaskirina Kafkasyayê tê wateya dorpêçkirina Îranê. Tê wê wateyê ku hêzên sermayeya navneteweyî bi rêya dewleta Tirk li ser tevahiya Kurdistanê serdest bibe. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di asta heyî de ketiye pêvajoyeke welê ku hîn bi bandor û berfireh dibe.
DI NAVA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN DE ROL TÊN GUHERTIN
Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn ku bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re jinûve hate dîzaynkirin, bû yek ji aktorên bingehîn ku rolê bilîze. Bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re ku dîzayna sed salî ya Rojhilata Navîn gihîşt asta têkçûnê, rol û mîsyona dewleta Tirk di kîjan astê de guherî?
Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Fransa û Îngilistan derketin pêş. Elmanyyê xwestibû ku li cîhanê bibe xwedî parekê. Lê belê nekarîn bi dest bixin. Japonyayê nekarî bi dest bixe. Li hemberî Fransa û Îngilistanê têk çûn. Fransa û Îngilistan weke yekemîn hêzên hegemon ên cîhanê hatin destnîşankirin.
Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Japonya û Elmanya xwestin bibin hêzên bi bandor ên cîhanê. Lê belê tişta ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi serê wan ve hat, heman tişt bi serê wan hat. Fransa û Îngilistan di nava yên serketî de bûn, lê belê ji hêzêr ketibûn. Şûna xwe ji Emerîkayê re hiştin. Di navbera hêzên hegemon de rol hate guhertin. Niha ji bo Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî rol ji nû ve tên guhertin. Emerîka xwe weke pêşengê têkoşîna li dijî reel sosyalîzmê qebûl dike. Xwe weke yê serketî qebûl dike. Dema ku li cîhanê têkiliyên hêzê tên diyar kirin, dibêje ku yê wan têkiliyan diyar bike ew e.
Rola dewleta Tirk a di nava van şeran de lîstiye ji vê cuda nîne. Dewleta Tirk xwe li ser mîrateya Osmanî ava kir. Osmanî jî di dema pîşesaziyê ya modernîteya kapîtalîst de yek ji qadên belavbûnê bû. Lê belê di nava împaratoriyên xurt ên berê de bû. Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji bo avakirina hegemonyaya nû Osmanî kiribû hedef. Ji ber ku cihgirtina Osmaniyan a li Şerê Yekemîn ê Cîhanê ji bo parastina têkiliyên hukumraniyê bû. Ji bo wê tevlîo şer bûn. Xwestin qadên nû yên serweriyê bi dest bixin, lê belê têk çûn û ji hev belav bûn. Dewleta Tirk li vê erdnîgariya Osmanî ya ji hev belav bû, li qadeke diyarkirî xwe bi rêxistin kir, ava bû. Ya ku Mîsakî Mîllî jê re tê gotin ev e.
Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re Emerîkayê timî zext li dewleta Tirk kir ku li cem wan cih bigirin. Lê belê şert û mercên wê demê li pêşiya dewleta Tirk bû asteng ku bi Emerîkayê re tevbigere. Lê belê ev nehat wê wateyê ku dewleta Tirk xwe ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn vegirtiye. Hewl da ku şert û mercên welê ji xwe re biafirîne ku timî karibe dest li Başûr û Rojavayê Kurdistanê werde. Her tim kete nava lêgerîna wê yekê. Dema ku şert û merc bi dest xist jî li Başûrê Kurdistanê qadeke berfirehtir xiste bin kontrola xwe, dagir kir. Her wiha dema ku şert û merc bi dest xist kete Rojavayê Kurdistanê. Niha hewl dide Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Lewma şêweyê tevlîbûna dewleta Tirk a li Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji şêweyê tevlîbûna li şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn cudatir e. Bêguman vê yekê bi piştgiriya hêzên sermayeya navneteweyî dike. Hêzên sermayeya navneteweyî hin wezîfe danîne pêşiya dewleta Tirk, ew jî bi bicihanîna van wezîfeyan vê yekê dike. Yanî ji aliyekî ve xizmetê ji efendiyên xwe re dike, li aliyê din jî hewl dide qada serweriya xwe berfireh bike.
DI DEMA TRÛMP DE PLANÊN DEWLETA TIRK Û DYE’YÊ BÊHTIR LI HEV KIR
Bi sala 100’î ya Lozanê re nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn hîn bêhtir bû mijara nîqaşê. Polîtîkaya derve ya dewleta Tirk jî guherî. Operasyonên dagirkirinê yên dewleta Tirk, ‘Plana Têkbirinê’ û tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê, pêwendiyeke çawa bi pêvajoya bi desthilatdariya Trûmp re heye?
Têkiliyên dewleta Tirk ên bi Trûmp re divê weke têkiliyên bi rêveberiya Obama re neyê nirxandin. Lê belê ji hev qut nînin. Bi hev re nakok jî nîne. Ji ber ku di polîtîkaya derve ya DYE’yê de kî bibe serok jî guhertineke bingehîn nabe. Ji aliyê şêwe û rêbazê ve hin guhertin dibe. Divê têkiliyên navborî bi rengekî rast bên pênasekirin, li gorî wê bê fêhmkirin. Di dema Trûmp de têkiliyên navbera DYE û dewleta Tirk hîn bêhtir li hev hat, Tirkiyeyê tiştên ku lê digeriya bi dest xist. Lê belê piştî ku li DYE’yê hêzên ku divê di şer de bên bikaranîn bûn rojev, hingî rol ji Tirkiyeyê re hate dayin. Aktîfkirina dewleta Tirk li Kafkasyayê pêwendiya xwe bi vê rolê heye. Aktîfbûna Tirkiyeyê li Lîbyayê, pêwendiya xwe bi vê rolê heye. Lê belê guhertina rêbazê ya di polîtîkaya DYE’yê de wê ji aliyê şêweyî ve rola Tirkiyeyê jî biguherîne. Ev guhertin wê kîjan encamê biafirîne, divê ev jî bên dîtin. Di têkiliyên navbera DYE û Tirkiyeyê de dikare guhertinên mezin bike? Ji bo karibe guhertinên mezin bike divê di siyaseta dewleta Tirk de jî guhertineke mezin bibe. Yanî têkiliya bi Rûsyayê re divê bigihêje asteke cudatir. Eger têkiliya navbera dewleta Tirk û Rûsyayê bigihêje rewşeke cuda di têkiliyên dewleta Tirk û DYE’yê de jî guhertinên cuda dikare pêk were. Lê belê ev guhertin ne encama yekser a guhertina serokên li DYE’yê ye. Li DYE’yê çûyîna Trûmp û tirs û fikara yên li ser xeta Trûmp, pêwendiya xwe bi rewşa heyî ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye. Bi Trûmp re li ser şêweyê meşandina Şerê Cîhanê yê Sêyemî plansaziyên nû hatibûn diyarkirin, ew ketibûn meriyetê, lê belê ev polîtîkayên ku di dema Trûmp de hatin meşandin bi ser neketin, bê encam man û pirsgirêk girantir kirin. Tevgerên civakî yên li DYE û Ewropayê nîşaneya vê yekê bûn. Sedema xwe çi dibe bila bibe, eger bûyerek dibe sedema bûyereke civakî, dibe sedema rabûna li ber desthilatdariyê, ev yek encama neserketî ya polîtîkaya tê meşandin radixe pêş çavan.
FIKRÊ RÊBER APO GIHÎŞT ASTA GERDÛNÎ
Pêvajoya 22 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, bandoreke çawa li têkoşîna li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê ya li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst kir?
Pêvajoya ku Rêber Apo tevlî têkoşîna şoreşgerî bû dawiya salên 1960’î ye. Yanî cihê xwe di nava wê nifşê de digirt ku jê re nifşê 68’an dihate gotin. Taybetmendiyên wî nifşî di kesayetiya xwe de temsîl kir. Wê demê modernîteya kapîtalîst di nava kaosê de bû. Çalakiyên ku wê demê şoreşa ciwanan a şoşgeriya 68’an dihate gotin, li ser bingeha rabûna civakî ya li ber kapîtalîzma pîşesaziyê, dihate wateya bersivdayinê. Pêngaveke şoreşger bû. Rexneya li cîhanê du alî bû. Rabûneke welê bû ku pêşketina civakî û demokratîk li dijî wan îfade dikir. Rêber Apo di demeke wiha de cihê xwe li nava tevgera şoreşger girt. Dema ku Rêber Apo tevlî nava tevgera şoreşger bû, ew lêpirsîn kir û hewl da çareseriya alternatîf biafirîne, ew dem bû ku kapîtalîzma yekdest a pîşesaziyê vediguherî kapîtalîzma yekdest a fînansî. Têkoşîna şoreşgerî ya ku Rêber Apo ji wê demê û pê ve cihê xwe di nav de girt, li dijî modernîteya kapîtalîst ku dixwest emrê xwe bi kapîtalîzma yekdest a fînansî dirêj bike, dihate wateya afirandina alternatîfa şoreşgerî ya civakî. Rêbertî di nava lêgerînên wiha de refên xwe diyar kir û bi taybetmendiyên xwe yên şaristaniya demokratîk re ew kir yek. Avabûna komê li dora Rêber Apo, partîbûn û veguherîna tevgereke ku şerê gel da destpêkirin, li ser van taybetmendiyan mezin bû.
Piştî ku Rêbertî bi komployê dîl hate girtin, ev danheviyên ku ji destpêkê ve hebûn, hîn bêhtir bi pêş ve çû û gihîşt asta afirandina manîfestoya şaristaniya demokratîk. Li ser vê bingehê paradîgmayeke nû; paradîmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê afirand. Ev yek rastiya Rêber Apo îfade dike. Vê rastiyê di kesayetiyan de jî temsîla xwe dît, di nava civakên ku xwe li dora van kesayetiyan bi rêxistin dikin, temsîliyeta xwe dibîne. Divê ev ji hev cuda neyê dîtin. Civakîbûna wî di şexsê pêşengan de pêk hat û gav bi gav li nava civakan belav bû. Ev rastiya ku di şexsê Rêber Apo de şênber bû îro gihîşt asteke gerdûnî. Lêgerîna jiyanê ya modernîteya demokratîk xwe di nava kesayet û civakên berfireh de nîşan da û hemû bi hev re bi pêş dikevin. Yên li ser xeta Rêbertî ne divê vê yekê bikin.