NAVENDA NÛÇEYAN
Heval Hêmin got “Bi qasî ez Zanyar dinasim, kesayeteke wêrek nîne, naxwaze berpirsyarî rake. Ger ji me re bêje ku di gund de kesên wiha hene, dizane ku em ê jê re bêjin bi çend ciwanan re biçe û wan şiyar bike. Lê ew ditirse. Emê bi çalekiya îşev ji wî re jî derseke baş bidin. Yên birastî dilsozê azadî û gelê xwe ne, yên xwe heval û hogirê me dibînin divê wek me bijîn, li xwe û berjewendiya xwe nefikirin. Li gor min dayê vê taybetmendiya kurê xwe dizane û herî kêm dixwaze vê eyba kurê xwe bi xebata ku dike, ji wî re jî kêmasiya wî bide fêm kirin.”
Heval Firat got “Di esas de, dayê ger rast gotibe, kareke pir baş kiriye. Ev erkeke exlaqî û civakî ye. herî zêde jî dayik û jin xwe li ber civakê berpirs dibînin.”
Heya hewa ber bi tarîbûnê ve qulipî, me li ser plansaziya wê şevê nîqaş kir. Me paşê çanteyên xwe da pişta xwe. Çeka xwe hilgirt û em bêdeng birê ketin. Di rê de xeyal û fikrên curbecur dihatin hişê min. Ji bo cara yekem bû minê mirovên madeyên hişbir bikar diînin, bidîta û ya herî girîng jî wek jineke Kurd ku herî zêde dibe qurbanê vê rewşê, bersivek jê re bidaya. Vê jî xurura min bilind dikir. Wê şevê meşa me kintir bû, em newestiyan û ji bilî çalekiya wê şevê li tişteke din nefikirîn.
Nêzîk seat 9 bû ku em gihîştin gund. Me yekser berê xwe da mala zilamê ku dayê navê wî di destpêka lîsteyê de dabû. Li gor dayê digot vî kesî tenê made bikar dianî. Ji bo em rewşê zelal bikin, tedbîr û sebir ji me re lazim bû. em li derdora mala wî zivirîn, me li deng guhdar kir. Dengê zarok û jinan li odeyekê dihat. Li odeya din ku perdeya wê sor bû, deng nedihat. Ji ber şibake vekirî bû, me dizanî çend kes li hundir in. Heval Hêmin nefeseke kûr kişand û bêyî ku bisekine ber bi derî ve baz da. Me nezanî çi bû, heval Firat got ezê li vir bim. Ez jî li pey heval Hêmin de ketim hundir. Çar zilam li dora tûpa pîknîkê civiyabûn. Heval Hêmin çeka xwe dirêjî wan kiribû û li ser wan diqêriya. Zilam hişk bibûn, rengê rûyên wan spî bibû, nedikarîn tiştekê bêjin. Heval hêmin tûp tefand û avête derve. Paşê ji wan re got “Em heval in, em xirabiya we naxwazin, em nehatine ku li vir kesekê biêşînin û nerehet bikin. Lê hûn bi vê madeyê hem bi jiyana xwe, hem jî ya malbata xwe dileyîzin. Ez ji bo cara dawî we şiyar dikim, nabe hûn êdî vê madeyê bikar bînin…” Min navên wan pirsî û piştî nasnameya wan kontrol kir û li cem xwe nivîsand. Heval Hêmin pirsî ku ewê dubare made bikar bînin ya nan? Wan jî bêyî ku li me binêrin, serê xwe xistinin ber xwe û bi dengeke hêdî gotin “Me tobe” wan sond xwarin vê qirêjiyê biterikînin. Em ji wê malê derketin û me berê xwe da maleke din. Min ji heval Hêmin pirsî “Heval Hêmin, te çawa zanî ew di mal de tiryak bikar tînin?” Heval Hêmin got “Bêhna vê zuqumê, ji çend kîlometreyan jî were, ez dizanim. Ev bêhna malwêranî, xiyanet û gemariyê ye.”
Di lîsteya navan de navên ku dayê nivîsîbû, yek bi yek rast derketin. Em gihîştin dawiya lîsteyê ku esas wî zilamî ev made dianî gund û di nav gundiyan de belav dikir, bixwe jî bikar dianî. Ji feleka dinyayê, ew jî wê şevê li ser menqelê bû. bi dîtina me di cihê xwe hişk ma. Hîna gêj bû û di navbera cîhana rast û xeyal de asê mabû. Serê wî dizivirî û bedena wî dihejiya. Heval Hêmin wek kesek ku van rewşan baş dizane, ji milî wî girt û ew li pey xwe kişand. Heya ber çemê gund bir. Pêlav ji lingên wî derketin, lê pê nehesiya. Heval Hêmin serî wî xiste nav avê û yek du caran derxist û dubare xistê. Ez tirsiyam ku nefesa wî biçike. Min gotê “Heval Hêmin, tiştek pê neyê?”. Got “Na, ji bo were ser hişê xwe ez bi ava sar wî şiyar dikim” Jin û zarokên wî jî bi dengê me hesiyan û ber bi çem ve reviyan. Dengê qîj û hewarê bi ser gund ket. Heval Firat nehişt ku kes nêzîk me bibe. Heval Firat bi dengeke bilind got “Xelkê gund, hemû kom bibin, werin.”
Ref bi ref, ciwan, jin, zarok, pîr nêzîk bûn. kesek nediaxivî û bêdeng li me dimêzandin. Hevalê Hêmin ew zilam anî nêzîk gundiyan û bi dengeke bilind wiha axivî “Hûn vî zilamî dinasin. Ew gundiyê we ye. xizmê we ye. Lê ew kurmê darê ye. ew madeyên hişbir ji destên dijmin werdigire û di nav we de belav dike. dide bavê we, kurê we, hevjînê we. Wê demê mafê darizandina wî jî ayidê we ye. niha em li vir mehkemeya wî çêdikin, kê gazindên wî hene bila bike. Herî dawî em ji vî zilamî çi bikin. Hûn çi bêjin bila bi gotina we be.”
Çend kes axivîn û gotin ku çawa çend roj carekê diçe bajêr, di vegerê de ew kesên tiryar bikar tînin, têne mala wî û ew bi bihayeke giran tiryak difiroşe wan. Jina wî jî ev îdea piştrast kir. Wî jî tiştek negot û bêdeng ma. Du kes jî gotin ku ew dîtine dema ku diçe pasgahê. Wiha jî îsbat bû ku ev zilam bi destên dewletê karê belavkirina madeyên hişbir dike.
Dayê û Zanyar jî hatibûn, Zanyar bi dîtina me heyirî mabû, lê dema heval Hêmin li çavên wî mêzand serê xwe xiste ber xwe. Dayê bi dengeke bilind got “Heval, raste ev kes ji me ye, em ji yek xwîn, yek eşîr, yek gundî ne. Me rojên xweş û nexweş bi hev re derbas kirin. Lê vî kesî aşa me şikand, kaniya me miçiqnad, daristanên me şewitand. Wek gur kete nav keriya pez û berxên me nêçîr kir. Ez dibêjim divê êdî li gund nemîne û careke din neyê vir.” Çend kesên din jî axivîn. Hin ji wan efû xwest. Hin jî sizayên girantir. Lê ciwaneke bejin dirêj û xwe bawer derket pêş û got “Ez jî li gel gotina dayê me, em wî di gund de naxwazin. Em wî biqewitînin. Heval jî şahidê me ne. Ji vir pê ve jî ew nayê gund.”
Herkes bi serê xwe ev yek erê kir û wiha jî biryara gel hate girtin ku ev kes ji gund were qewitandin. Beriya ku em xatir bixwazin û ji gund derkevin heval Hêmin got “Me îşev xwest yek ji pirsgirêkên gund çareser bikin û wiha jî ew çavkaniya ku vî gundî gemar dike paqij bikin. Me hemû kesên ku madeyên hişbir bikar anîne şiyar kirine ku ger dubare bikin, dê sizayên giran bixwen. Lê em vê jî bêjin. Di vî gundî de herî kêm 30 ciwan hene. Divê ciwan bixwe destûr nedin kesên wiha di gund de bimînin. Dibe hertim em nikaribin werin gund. Ji ber wê jî ciwan gundê xwe biparêzin. Jin gundê xwe biparêzin. Zarok gundê xwe biparêzin. Silav nedin kesên xirab, bi wan re neaxivin, hatin û çûna wan nekin. Neçin sersaxî û dawetên wan. Tiştên wan nekirin, tiştan nefiroşin wan. Ciwan jî bila eman nedin yên wiha. Di encam de dê kesên xayîn, xwefiroş, yên karê xirab dikin nikaribin zemînekê ji bo xwe bibînin.”
Me xatir xwest û di nav tarîtiya şevê de şopa xwe da wenadakirin, hîna ji gund dengê axaftinan dihat. Nişkave ciwanekê got “Heval, heval”. Em sekinîn. Ew ciwanê bejindirêj nêzîk bû û got ez dixwazin tevlî bibim. Heval Hêmin gotê “Tu çima dixwazî tevlî bibî?” got “Heval, heya niha min tim wer dizanî hûn tên gund ji bo xwarin bigirin û paşê li pişt xwe jî nanêrin. Min qet nedizanî hûn bi derd û êşên me re mijûl in. Min digot hûn tenê bi sipah re şer dikin û ji bo vê jî karê xwe bi pirsgirêkên civakê nayînin. Ez xwendekarê zanîngehê me. Min bi salan di dibistanên Îranê de xwend. Lê min bi çavên xwe dît ku çawa memûrên dewletê di nav ciwanan de madeyên hişbir belav kirin. ew ciwanên jîr û zîrek kirin êsîrên bedena wan. Ez tucar neketim nav van tiştan, lê min çareyek jî nedît ku li dijî vê têbikoşim. Ez niha dixwazim tevlî bibim û wek we li her derê xebat bikim.”
Heval Hêmin jê re got “Başe tevlî bibe, lê tu beriya tevlî bibe, wek gerîlayek di nav gund de xebat bike. Rewşa gund bişopîne, rewşa wan kesan bişopîne. Herwiha yên sîxortî dikin, yên li dijî gel îxbar dikin, wan diyar bike. li derdora xwe sê ciwanan jî amade bike. Emê demeke din werin û bi te re berfireh nîqaş bikin.”
Heya seatekê şûnve ew ciwan ku me navê wî danî Şoreş îkna bû û vegerî. Me jî rêya xwe domand. Heval Hêmin keniya û got “Heval Firat, Heval Evîn we dît, me îşev çalekiyeke pir xweş kir. Herwiha me karî ciwanekê jî birêxistin bikin. Ev ciwan pir jêhatî û netirs dixuyê. Ger wiha be dê çend kesên din jî peyda bike û bikaribe kareke baş di gund de bimeşîne.”
Min got: “Li gor dixuyê, ew li bajêr jî pir kesan dinase. Em dikarin wî û çend hevalên wî perwerde bikin.”
Heval Firat got “Em dikarin hin pirtûk û materyal jî bidin wan, hem bixwînin, hem jî belav bikin.”
Wê şevê me çalekiya xwe bi serkeftî dawî kir. Paşê jî em ber bi karê xwe yê din ve çûn…
Piştî 4 salê din, ez pê hesiyam ku heval Şoreş bi 3 hevalên xwe re tevlî bûye û li saheya Xakûrkê di akademiya leşkerî de perwerde dide ciwanan.
(Heval Hêmin Bêkes (Hisên Xizrî) di sala 2011- 5’ê Çileyê li girtîgeha Urmiyê ji hêla dewleta dagirker ya Îranê ve hate darvekirin. Heval Firat Çelê di sala 2008 di encama êrîşa hewayî ya dewleta dagirker ya Tirkiyê li Herêma Parastina Medya bi 5 rêhevalên xwe re şehîd bû.)
Evîn Nejdet