NAVENDA NÛÇEYAN – Tîma Bersivdanê ya YPS’ê ya Şehîd Soro Amed ragihand, tîmên wan bi çarçoweya pêngava, ”Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dema azadiyê ye” li Herêma Sinayî ya Organîza ya Manîsayê (MOSB) li dijî fabrîkayeke ku parçeyên otomatîvê hildiberînê çalakiyek kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin çalakiya sabotajê 8’ê Kanûnê bûye, çalakî li beşa boyaxkirinê ya fabrîkayê hatiye kirin û di demeke kurt de tevahiya fabrîkayê di nav alan û pêtiyan de maye û ziyaneke mezin gihaye fabrîkayê.