NAVENDA NÛÇEYAN – Raziya Tûrgût, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in ji bo sibê hevdîtinê bi muwekîlên xwe bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de karibûn bi muwekîlên xwe bicivin.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di bi îddîaya ‘Nexşerê’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li parêznameya xwe ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, di 23’ê Îlonê de 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran li Ocalan birîbû.